Nasnameya gerîlayên li Şemizînanê jiyana xwe ji dest dan

Nasnameya gerîlayên li Şemizînanê jiyana xwe ji dest dan

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li di pevçûnên dijwar ên li Şemizînanê ku di encamê de herî kêm 30 leşker hatin kuştin de, jiyana xwe dest dan aşkere kir. HPG’ê da diyarkirin ku li navçeya Golê ya Erdexanê jî gerîlayek jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Şemizînana Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan û gerîlayên li navçeya Erdexanê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hemû pevçûnên di 23-24’ê tîrmehê de bi giştî 30 leşker hatine kuştin û got; “Dijmin piştî tarî bikeve di saet 21.00’an de kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.”

Navenda Çapemenî-Ragihanadiha HGP’ê got; “Li herêmê di encama bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, bi hewan û obusan de bi dijwarî bombebaranê û di pevçûnan de 4 rêhevalên me gihîştiye şahadet.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “. Di 24’ê Tîrmehê de di saet 01.00’an de li navçeya Goleya Erdexanê li nêzî herêma Tîlkîdereyê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de gerîlayêkî me gihîştiye şahadetê.”

Nasnameya gerîlayên li Şemizînanê jiyana xwe ji dest dan wiha ne:

-Zozan Abûk, bi nasnavê Zozan Kobanî, cihê jidayikbûnê: Kobanî,

-Egîd Abdullah, bi nasnavê Egîd Kobanî, cihê jidayikbûnê: Kobanî

-Sînem Unver, bi nasnavê Sarîna Dîcle, cihê jidayikbûnê: Şirnex

-Îhsan Aca, bi nasnavê Kemal Îhsan, cihê jidayîkbûnê: Colemêrg/Çelê