Nasnameya gerîlayekê hat aşkerakirin
YJA Star'ê nasnameya gerîlayeke xwe ya ji yana xwe ji dest da, aşkera kir.
YJA Star'ê nasnameya gerîlayeke xwe ya ji yana xwe ji dest da, aşkera kir.
Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlaya bi navê Gulcan Îşnaz di 20'ê Hezîranê de ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniya YJA Starê de hat gotin, "Di demeke ku têkoşîna berxwedana mezin a gelê Kurdistanê li hemû parçeyan derketiye asta herî bilind de, ciwanên Kurdistanê bi xwedîderketina li wezîfeyên xwe yên dîrokî re berê xwe dan refên têkoşînê. Hevala me Zagros Jin (Gulcan Îşnaz) a bi berpirsyariya mezin a ruhê seferberiyê cihê xwe di nava refên gerîla de girt, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber qezayekê tevlî karwanê şehîdan bûye."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Hevrê Zagros a ku di nava demeke kurt de li nava refên PKK'ê xwe bi pêş xist û weke namzeta gerîlayeke xurt a YJA Starê bi fedekarî tevlî kar bû, bi taybetmendiyên xwe yên xurt û biryardarî, dest bi têkoşînê kiriye. Yek ji hevrêyên me Zagros Jin a li Çiyayên Kurdistanê sekneke mînakdar a meşa bi ruhê milîtaniya Apoyî nîşan da, ev berpirsyarî û wezîfeyên dîrokî radestî me kir. Em soza xwe dubare dikin ku em ê van wezîfeyan bicih bînin û xwedî li têkoşîna wê derkevin."
Nasnameya gerîlaya jiyana xwe ji dest da:
Gulcan Îşnaz bi nasnav Zagros Jin, li Wanê ji dayik bû. Di 20'ê Hezîrana 2015'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.