Komîteya Şehîdan ya KCK’ê di derbarê gêrîlayeka di sala 2009’an de di şerekî li herêma Cûdî jiyana xwe ji dest dayî û heya niha nasnameya wî nehatî zelalkirina de daxuyaniyek da.
Komîteya Şehîdan ya KCK’ê ragihand ku, gêrîlaya jiyana xwe jidest dayî, Kezban Koken ya bi nasnav Adar Sasondi sala 1984 li Gundê Sevek/Erdîş/Wan ji dayîkbûye, 1999’an li Wanê tevlîbûye. Kokena ku li Qendîl, Xinêre, Xakurkê, Behdînan û Botanê faliyet meşandî, ragihand ku di 1’ê Gulana 2009’an li herêma Cûdî jiyana xwe ji dest daye.
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: “Ewan tiştek din ji me daxwaz nekir. Em di zanîn ku, niha gora gelek şehîdên me tune ne. lê belê ji xwe wana ji me ne gorek, welatek azad xwestibû. Ji ber vê çendê bersiva ku em bidin wana, wê Kurdistana ku tê tunekirin û tune tê hesibandin azad bikin û di navenda Rojhilata Navîn de bi awayk heybet avabikin! Bîrdariya ku şehîdên me aram tê de birazên wê ev be! Soza ku em her roj didin û qet jê nevegerîn jî eve!”