Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê ragihand ku di encama pevçûna di 8’ê hezîranê de li bejahiya Geverê qewimî de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayek jî jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê ve hatiye dayîn de nasnameya gerîlayê HPG’ê yê di pevçûna di 8’ê hezîranê de li navçeya Gevera Colemêrgê qewimî de jiyana xwe ji dest da hat aşkekirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 8'ê Hezîranê de di saet 07.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li bejahiya Gundê Dotkanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevaleke me bi lehengî şer kiriye û gihiştiye şahadetê. Di pevçûnan de leşkereke dijmin jî hatiye kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Operasyona li dijî herêmên Dotkan, Şişemzin, Kurekawa, Mirevanî û Serî hatibû destpêkirin di heman rojê de danê êvarî bêencam paş de vekişiyaye.”
Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye:
-Erdewan Hesen, bi nasnavê Gelî Dêrik, Sal û cihê jidayikbûnê: 1983 / Dêrika Hemko, Sal û cihê tevlêbûnê: 2008 / Şam