Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê nasnameya gerîlayê HPG’ê yê ku di 14’ê Tîrmehê de li navçeya Golê ya Erdexanê jiyana xwe ji dest dabû asker kir.
Navena Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku di encama pevçûan li navçeya Golê ya Erdexanê gerîlayek jiyana xwe ji dest da.
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “. Di 24’ê Tîrmehê de di saet 01.00’an de li navçeya Goleya Erdexanê li nêzî herêma Tîlkîdereyê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de gerîlayêkî me gihîştiye şahadetê.”
Nasnameya gerîlayê li navçeya Golê ya Erdexanê jiyana xwe ji dest da wiha ye:
-Nûreddîn Çakir, bi nasnavê Hejar Başkale, cihê jidayikbûnê: Elbak, Wan