HPG’ê nasnameya gerîlayê HPG’ê yê di 10’ê tebaxê de li navçeya Elbaka Wanê jiyana xwe ji dest dabû aşkere kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê HPG’ê yê di 10’ê tebaxê de li navçeya Elbaka Wanê jiyana xwe ji dest dabû aşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “ Di 10'ê Tebaxê de li navçeya Elbaka Wanê di navbera Guzeldere û Bableşînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxisin. Di encama çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve hatibû lidarxistin 18 leşkerên dijmin hatibû kuştin, rêhevalekî me jî gihîştibû şahadetê. Me ev agahî doh par vekiribû.”
Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da:
-Îsmet Karak, bi nasnavê Çem Sûruc, cihê jidayîkbûnê Riha/ Suruç