Nasnameya gerîlayê li Çewlikê jiyana xwe ji dest da aşkere bû

Nasnameya gerîlayê li Çewlikê jiyana xwe ji dest da aşkere bû

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê nasnameya gerîlayek di 25’ê tîrmehê de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da aşkere kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya da de got; “Di 25'ê Tîrmehê de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li ser riya Bawanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketibû operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de havalê Bawer Bedlîs - Adil Guven bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ji bo gerîlayê HPG’ê Adil Guven ê bi nasnavê Bawer Bedlîs ê ku li Bedlîsê ji dayîk bûye got; “Heval bawer gerîlayeke berxwedêr ê pêvajoya pêngava Stratejîk a Çaremîn e. Rêwitiya hevalê Bawer li eyaleta me ya Amedê dest pê kiriye û li vê herêmê, di nava xebatên li qada gerîlayan de fedekariyek mezin pêk anîye.”