Nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê hate aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 9 şervanên YPG û YPJ’ê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe li dest dabûn aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 9 şervanên YPG û YPJ’ê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe li dest dabûn aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 9 şervanên YPG û YPJ’ê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe li dest dabûn aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 9 şervanên YPG û YPJ’ê yên di berxwedana Pêngava Fermandar Rûbar de li cihên cuda jiyana xwe li dest dabûn aşkera kir.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Di destanên ku Yekîneyên me yên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin li hember dijminên mirovahiyê li Kantona Kobanê û Cizîrê nivîsandibûn, navê xwe neqişandin di dîroka berxwedanê û fedaîtiyê de. Ev hemû bi ked û saya şehîdan e, şehîdên me yên ku heya dilopa xwîna xwe ye dawiyê têkoşîn dikirin û bêyî ku du dilî bijîn, li hember dijminê mirovahiyê li ber xwe didan.
Di vê berxwedana efsaneyan de li Kantona Kobanê û Cizîrê neh lehengên me bi lehengtî û qehremantiyeke mezin gihiştin şahadetê. Ev neh hevalên me rolekî mezin lîstin di şkandina êrîşên çeteyan de li her du kantonên Kobanê û Cizîrê û tirseke mezin xistibûn dilê çeteyên DAIŞ’ê de.
Bi navê Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin û soza şopdariya rêya şehîdan didin ku em ê têbikoşin heya ku em tol û heyfa şehîdan rakin û Kurdistan azad bibe .
Nasnameyên şervanên YPG û YPJ’ê wiha ne :
Nasnav: Axîn Qamişlo
Nav û Paşnav: Canda Osman
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Keyfo
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: 7-7-2015 Kobanê – gundê Mexatên
Nasnav: Amed Amudê
Nav û Paşnav: Fehed Omer
Navê Dayikê: Edlê
Navê Bav : Cemal
Cihê Jidayikbûnê: Hesêkê
Cih û Dîroka Şehadetê: 6-7-2015 Silûk –gundê Genterî
Nasnav: Demhat Gerbawî
Nav û Paşnav : Mesûd Mihemed
Navê Dayikê: Cîhan
Navê Bav : Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo – Gerbawî
Cih û Dîroka Şehadetê: 12-3-2015 Til Temir – gundê Til nesir
Nasnav: Demhat Serêkaniyê
Nav û Paşnav : Izedîn Hemadî
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav : Ebdulrezaq
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: 6-7-2015 Silûk – gundê Genterî
Nasnav: Esed Hesakê
Nav û Paşnav: Omer Sincar
Navê Dayikê: Wetha
Navê Bav : Hisên
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 7-7-2015 Çiyayê Kizwanan
Nasnav: Hewram Koselan
Nav û Paşnav: Salim Edwayî
Navê Dayikê: Nazdar
Nabê bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Merîwan
Cih û Dîroka Şehadetê: 6-7-2015 Silûk – gundê Şergirat
Nasnav: Ocelan Kobanê
Nav û Paşnav: Ocelan Ismaîl
Navê Dayikê: Fadîle
Navê Bav : Ismaîl
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: 6-7-2015 Silûk – gundê Ganterî
Nasnav: Warşîn Hogir
Nav û Paşnav: Ferhad Beşîr Faris
Navê Dayikê: Suriya
Navê Bav : Beşîr
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 2-7-2015 Çiyayê Kizwanan
Nasnav: Zinar Zagros
Nav û Paşnav: Ehmed Elî
Navê Dayikê: Nerîman
Navê Bav : Ebdilhelîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Ebû Rasên
Cih û Dîroka Şehadetê: 3-7-2015 Silûk – gundê Mişrêfa