HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Şemizînan a Colemêrgê jiyana xwe ji dest dane aşkere kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya weşan de nasnameya 5 gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Şemizînanê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 23'ê Tîrmehê de li navçeya Şemzînana Colemergê tevgera şoreşgerî ya ji aliyê gerîlayên me ve hatibû destpêkirin li gor plansaziyê berdewam dike. Artêşa dagirker a tirk ku zêdetirî du hefteyan nekarî pêş de biçe, naçar maye paş de vekişe. Serweriya hêzên me li herêmê hîn jî berdewam dike.
Di encama pevçûnên dawî de gerîlayên me 2 dûrbînê roj, dûrbîneke şev û 500 guleyên BKC desteser kiriye.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Artêşa dagirker a tirk di 10'ê Tebaxê de li dijî Geliyê Nîkola û Gundê Arê yên bi ser Şemzînanê ve bi hewan û obusan bombebaran kiriye.
Di çarçoveya opersayonê de di 4 û 5 'ê Tebaxê de me şahadeta 5 rêhevalên xwe ji raya giştî re eşkere kiribû. “
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane:
-Latîfa Baran, bi nasnavê Ekin Deniz, Cihê jidayikbûnê: Beyşebap, Şirnex
-Azîz Zengel, bi nasnavê Serxwebun Wan, Cihê jidayikbûnê: Wan
-Mehmet Emen, bi nasnavê Mirza Zagros, Cihê jidayikbûnê: Yureyir , Edene (Ji Mêrdînê ye)
-Îsmaîl Zemanî, bi nasnavê Siyabend Canfeda, Cihê jidayikbûnê: Urmiye
-Şîrvan Ehmed, bi nasnavê Şoreş Samûray, cihê jidayikbûnê: Kobanî