Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên di ‘Operasyona şoreşgerî ya Şehîd Arjîn Garzan û Mahîr Başkale’ de li navçeya Çelê jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên HPG’ê yên di 4’ê tebaxê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kir.
Di daxuyaniyê de gerîlayên di ‘Operasyona şoreşgerî ya Şehîd Arjîn Garzan û Mahîr Başkale’ de jiyana xwe ji dest dan weke ; “Abîdeyên nemir ê tevgera Şoreşger a Şehîd Arjîn Garzan û Mahîr Başkale” hatin binçavkirn û ev agahî hate dayîn:
Di 4'ê Tebaxê de di Operasyona şoreşgerî ya Şehîd Arjîn Garzan û Mahîr Başkale ya me dabû destpêkirin de nasnameya 10 rêhalên me yê gihîştibûn şahadetê hatibû eşkerekirin. Nasnameyên çar rêhevalên din ên di vê tevgerê de gihîştine şahadetê;
-Nezîr Demîr, bi nasnavê Delîl Çinar, cihê jidayikbûnê: Çinar - Amed
-Arif Mûsa, bi nasnavê Baran Gabar, cihê jidayikbûnê: Efrîn
-Denîz Sîlak, bi nasnavê Zinar Karlos,cihê jidayikbûnê: Qoser,Mêrdîn
-Alî Adlîn, bi nasnavê Brûsk Bazîd, cihê jidayikbûnê: Bazid - Agirî