Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya sê gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Qilaban a Şirnexê û gerîlayê di 19’ê gulanê de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest da aşkere kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya çar gerîlayên di 17 û 19’ê gulanê de li Qilaban û Dara Hênê jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “. Di 17'ê Gulanê de li ser xeta sînor li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî Girê Meymûn, Girê Sînek û herêma Kuruagaçê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxistin. Di çerçoveya vê operasyonê de heta 23'ê Gûlanê ji aliyê gerîlayên me ve hin rêze çalakî hatibû lidarxistin û di van çalakiyan de 20 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatibûn kuştin bi dehan leşker jî birîndar bibû. Herweha di van çalakî û pevçûnan de 3 gerîlayê me gihîştibûn şahadetê. Me di derbarê van de agahî dabû raya giştî.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 19'ê Gulanê de di saet 21.30'an de li navçeya Darahênê ya Çewlikê di navbera herêmên Reşgul û Deştê di navbera “gerîlayên me û leşkerên dijmin ên derektibûn operasyonê pevçûnek qewimiye” û got; “ Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di vê pevçûnê de gerîlayê me yê bi navê Rizgar Brûsk - Ramazan Ceylan bi lehengî liberxwedaye û gihîştiye şahadetê.”
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane:
*Mûsa Bostan, bi nasnavê Welat Garzan, Sal û cihê jidayikbûnê:1975/ Elbistan, Mereş, Sal û cihê tevilbûnê: 1999 / Êlîh
*Lokman Îbrhaîm Huseyîn, bi nasnavê Dêrsim Agirî, Sal û cihê jidayikbûnê:1979 / Halep, Sal û cihê tevlêbûnê: 1999 / Halep
*Dûrsûn Aslan, bi nasnavê Baran Berxwedan, Sal û cihê jidayikbûnê: 1988 / Batman, Sal û cihê tevlêbûnê: 2011 / Batman
* Remezan Ceylan, bi nasnavê Rizgar Brûsk, Sal û cihê tevlêbûnê: 1988 / Amed, Sal û cihê tevlêbûnê: Amed