Navenda Çapemenî-Ragihandina hPG’ê nasnameya 3 gerîlayên di 23’ê gulanê de li navçeya Gimgim a Mûşê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî astsubayek ê cedirmeyan di 23’ê gulanê de ji aliyê gerîlayan ve hatiye kuştin, di 24’ê gulanê de li derdora gundên Leylek, Resaka û Tanzikê operasyoan hatiye lidarxistin û di encama operasyonê de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayan derbe li helîkopterek skorsky xistiye û ketiye û der barê nasnameya her sê gerîlayan de jî agahî da.
*Mehmet Kocaakça, bi nasnavê Rûmet Entep, di sala 1983’ê de li Dîlokê ji dayîk bûye, di sala 2004 de tevil bûye. HPG’ê diyar kir ku gerîla Rûmet li herêmên Xinêre, Xakûr û Erziromê gerîlatî kiriye.
*Erhan Serhat, bi nasnavê Jêhat Agirî, di sala 1986 de li Agiriyê ji dayîk bûye. Di sala 2005 de tevlî nava refên gerîlayan bûye. HPG’ê got; “Hevalê me Jêhat bi awayeke lez xwe pêş xistiye” û bal kişand ser hewldanên Jêhat ên ji bo têkoşînê.
*Muzaffer Anuştekîn, bi nasnavê Kendal Amed, sala 1980 li Amedê ji dayîk bûye, sala 2007 tevlî nava refên gerîlayan bûye. HGP’ê ragihand ku gerîla kendal demek dirêj di nava xebatên qada siyasî de maye û ji sala 1990’an ve heszkirina wî ya li hemberî gerîlayan dest pê kiriye.