Nasnameya 2 gerîlayên li Dihê jiyana xwe ji dest aşkere bû

Nasnameya 2 gerîlayên li Dihê jiyana xwe ji dest aşkere bû

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên HPG’ê yên di 2’yê tebaxê de li navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kir.

Di daxuyaniyê HPG’ê de hat gotin; “. Di encama vê çalakiyê de 20 leşker hatibû kuştin bi dehan leşker jî birîndar bibû.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 2'ê Tebaxê de di saet 19.15'an de li navçeya Dihê ya Sêrtê di encama çalakiya li dijî Qereqola Diha kevn û du girên ewlekariya wê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatibû lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 20 leşker hatibûn kuştin bi dehan leşker jî birîndar bibû. Herweha gelek alavên leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve hatibû desteserkirin. Dîsa me eşkere kiribû ku du rêhevalên me di vê çalakiyê de bi lehengî li berxwe dane û gihîştine şahadetê. Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştiye şahadetê;

Gerîlayên jiyana xwe ji dest dan:

-Abdulrezak Gungor, bi nasnavê Heqî Herekol, Cihê jidayikbûnê: Dîlok (Eslê xwe ji Sêrtê)

-Şehram Mustefazade, bi nasnavê Şoreş Xoy, cihê Jidayikbûnê: Xoy (Rojhilatê Kurdistan)