Nasnameya 2 cenazeyên li Şirnexê hate teşhîskirin
Ji 13 cenazeyên li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê yên ku di demên cûda de li Cizîrê hatine qetilkirin, nasnameyên 2 kesan hate teşhîskirin
Ji 13 cenazeyên li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê yên ku di demên cûda de li Cizîrê hatine qetilkirin, nasnameyên 2 kesan hate teşhîskirin
.Ji 13 cenazeyên li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê têne rawestandin yên ku di demên cûda de li Cizîrê hatine qetilkirin, nasnameyên 2 kesan hate teşhîskirin
.Hate zanîn ku yek ji cenazeyan aydê ciwanê bi navê Mehmet Yilmaz (23) ê ji navçeya Dêrik a Mêrdîne ye, yek jî aydê ciwanê bi navê Cîhat Altun (22) ê ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye.
Malbata Yilmaz, ji bo cenazeyê zarokên xwe bibîne 10 roj in li Dîlok, Riha, Mêrdîn û Silopiyê digeriyan û ji bo teşhîsê mînaka xwînê dabû. Malbata Yilmaz ên ku îro hatin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, cenazeyê zarokê xwe teşhîskirin
.Cenazeyê Yilmaz dê sibe ji nexweşxaneyê were girtin û li navçeya Wêranşar a Rihayê were defin kirin.