Naîm Şahîn nezanî li rastî çi hat!

Naîm Şahîn nezanî li rastî çi hat!

Wezîrê Navxweyî yê Tirk ê Îdrîs Naîm Şahîn ê ku bi nijadperestî û hêrsa xwe ya li hemberî gelê Kurd, gel û baweriyên din tê nasîn, xwe ji bîr kir û hat Colemêrgê. Şahîn li bajêr li rastî protestoyê hgat. Şahîn di carekê de girseya xwepêşandanê li hemberî xwe dît û reviya hundirê kafeyekê. Ji wir jî li wesayîta zirxî siwar kirin û ew revandin Walîtiyê.

Hukûmeta AKP’ê ji bo hêza xwe nîşan bide, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn ji bo roja yekemîn a cejnê şand Colemêrgê. Lê belê ev hewldana AKP’ê jî bi ser neket. Şahîn li garzînoyan an jî saziyên dewletê tenê bû bû mêvan, gava hewl da bikeve nava gel, nezanî li rastî çi hat.

Naîm Şahîn, di saetên sibê de ji Wanê bi rêya bejahî hat Colemêrgê û piştî fitara li Otela Sîbarê, xwest biçe nava bajêr û cejna gel pîroz bike. Şahîn tevî 50 endamên tîmên taybet dest bi gera li nava bajêr kir. Piştî ku gelê bajêr ew dît, dest bi fîtik û yûhayan kirin û ew protesto kirin. Di carekê de Şahîn li rastî xwepêşandaneke protestoyî hat.û

REVIYA KAFEYÊ

Gava Şahîn xwepêşandanê dît, di carekê de ket nava tirsê û reviya. Şahîn xwe avêt bextê kafeyek a înternetê. Polîs û pasevanên Şahîn bi sedan gule berdan hewayê. Polîsên Tirk jî bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kirin.

Naîm Şahîn pêşî xwest li benda arambûna bûyeran bimîne. Lê piştre zanî ku xwepêşandan ranaweste, bi wesayîtên zirxî û bi ewlekariyeke berfireh çû Walîtiyê.

Bûyerên li bajêr heta derengiya şevê berdewam kirin, ji kolanên bajêr dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî PKK” bilind bûn.

Ji ber êrîşa polîsên Tirk Bazara Gel a li navenda bajêr bi temamî vala bû. Xwediyên dezgehan, ji ber êrîşên polîsan tiştên xwe li wir hiştin û reviyan.

Li gorî çavkaniyên herêmî di bûyeran de 20 kes birîndar bûn û li nexweşxaneyan tên dermankirin. Rayedarên hukûmetê jî ragihandin ku di bûyeran de polîsek jî birîndar bû.

JI ADIL KURT NERAZÎBÛN: EHMEQÎ YE!

Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Adîl Kurt piştî bûyeran daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev provakasyon ji aliyê Wezîr Şahîn ve hat pêkanîn. Kurt got; “Wezîr nehatiye cejna gelê Colemêrgê pîroz bike. Ji bo cejna gelê Colemêrgê provake bike hat. Rayedarên vê derê, ger vê yekê nedîtibin û birêz wezîrê ev yek nedîtibe, ev yek tam ehmeqî ye.”

Kurt ragihand ku Naîm Şahîn, cejna li Colemêrgê rezîl kir û got; “Îdrîs Naîm Şahîn berê jî hatibû Colemêrgê. Ger ewqas ehmeq be ku nezane ev qas nerazîbûna vî gelî li hemberî wî heye, wê demê ez tiştek nabêjim. Ev yek ji ehmeqiyê jî wêdetir e.”