Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn, di bin dorpêç û parastina polîs, hêzên çevîk û tîmên taybet de çû Colemêrgê. Dema Şahîn çû Colemêrgê, li her derên bajêr polîs hatin bicihkirin.
Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahin ji Wanê di bin dorpêç û parastina tîmên taybet, hêzên çevîk û polîsan de bi maşîneyên zirxî û polayî ji Wanê çû Colemêrgê. Helîkopterê jî şahîn ji hewa ve şopand.