Muteahîdê ji aliye HPG'ê ve hatibû binçavkirin serbest hate berdan

Muteahîdê ji aliye HPG'ê ve hatibû binçavkirin serbest hate berdan

Muteahîdê bi navê Adem Ekelek yê ku hefteya borî li Çemê Aksû ya navçeya Pulura Dersîmê ji aliyê gerîlayên HPG’ê cw hatibû binçavkirin, serbest hate berdan.

Muteahîdê bi navê Adem Ekelek yê ku hefteya borî roja Çarşemê li Çemê Aksû ya navçeya Pulura Dêrsîmê ji gerîlayan ve hatibû binçavkirin, serbest hate berdan. Ekelek ê ku li Dersîmê çêkirin û tamîrkirina qereqolan de dixebitiya îro piştî nîvro serbest hate berdan û çû gundêkî piştgirî xwest. Gundiyan jî li cendirmeyan geriyan û agahiya "PKK'ê kesê girtî berda" da. Agahiya gundiyan da, li Dêrsîmê wekÎ "Parlementer Huseyîn Aygun serbest hate berdan" hate şîrovekirin. Piştî lekolînan hate hînbûn ku kesê serbest hatiye berdan muteahîd Adem Ekelek e. Hate hînbûn ku cendiremeyan Ekelek birin qereqolê û îfadeya wî digirin.