Mustazaf-Der li Amedê amadekariya mîtîngê dike

Mustazaf-Der li Amedê amadekariya mîtîngê dike

Mustazaf-Der ya ku nêzîkatiya xwe ya Hîzbullahê tê zanîn, di rojên borî de dadgehê der barê wê de biryara girtinê da bû û Dadgeha Bilind jî ev biryar erê kiribû. Mustazaf-Der ji bo ku biryara girtinê protesto bike sibê li Amedê mîtîngê lidardixe.

Mustazaf-Der ku ev hefteyeke amadekiarya mîtîngê dike, endamên wê li Amedê mal bi mal digierin û li cihên cuda yên bajar afîşên ‘Ey evîndarên pêxember! Komeleya me Mustazaf-Der hatiye girtiye! Li hemberî vê zilmê bê deng nemînin! Em hemû di mîtînga Adde Vefa de werin cem hev’ daliqandin.