Muslum Îlhan ê 8 salî hate definkirin

Muslum Îlhan ê ku duh li Hezexê heybereke ku li erdê dîtibû pê de teqiyabû û di encam de jiyana xwe ji dest dabû, di nav rondik û lorikan de hate definkirin.

Muslum Îlhan ê ku duh li Hezexê heybereke ku li erdê dîtibû pê de teqiyabû û di encam de jiyana xwe ji dest dabû, di nav rondik û lorikan de hate definkirin.

Cenazeyê Muslum ê 8 salî piştî teqînê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê û piştre ji wir şandibûn Mêrdînê, piştî karên otopsiyê ji bo definkirinê anîn Hezexê. Cenazeyê Muslum ê danê sibehê anîn navçeyê, ji bo dayika wî ya li Îzmîrê bigihêje merasîmê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hate rawestandin.

Piştî dayik hat navçeyê, cenaze ji morgê hate wergirtin û anîn Goristana Şêx Hesen. Ji ber Mizgefta Şêx Hesen a li ber goristanê wek biryargeha çeteyên Qesrê tê bikaranîn, nimêja cenaze li goristanê hat kirin. Piştî nimêjî cenazeyê Muslum bi dûa, rondik û lorikan hate definkirin.

Di merasîma cenazeyê ya ku Hevşaredarê Hezexê M. Mûhdî Aslan, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek kes amade bûn de xizmên Muslum ji ser hişê xwe çûn. Hate hînbûn ku xizmên Muslum ên bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê, qirîzên  hêrsê derbas kirine.