MŞD yek ji cangoriyên Şengalê Bêrîvan bibîr tîne

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, di 6'ê Kanûnê de bi merasîmekê, yek ji cangoriyên Şengalê Şehîd Bêrîvan bibîr tîne.

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD), di 6'ê Kanûnê de bi merasîmekê, yek ji cangoriyên Şengalê Şehîd Bêrîvan bibîr tîne. Meclîsê bang li hemû Kurdistaniyên li derdora herêma Emmerîch a Elmanyayê dijîn kir, ku beşdarî merasîma bîranînê bibin.

Di daxuyaniya MŞD'ê de li ser jiyan û têkoşîna cangoriya Şengalê Bêrîvan ev agahî hat dayîn:

JINA SERBILIND, ŞEHÎDA ÊZÎDXANÊ: BÊRÎVAN

"Bêrîvan keçeke 17 salî bû. Nû gav avêtibû nava jiyanê. Bêrîvan di nava malbateke welatparêz de mezin bûbû. Bavê Bêrîvan Şehîd Hesen, ji ber karê rêxistinî dimeşand, keç û xortên gerîla li mala wan dibûn mêvan. Bêrîvan welatparêzî û Êzidîtiya resen baş nas dikir. Li Şengalê her Şahiya pêk bihata Bêrîvan qeflê hevalên xwe radikir û diçû şahidê. Kêf û meraqeke gerîlatî pê re hebû.

Dema DAIŞ kete nava Şengalê, Bêrîvan jî ji mirinê rizgar bûbû û bi malbata xwe re xwe gihandibû çiyayê pîroz. Ew dem rojên gelekî dijwar bûn. Tîbûn, birçîbûn, tava roja dijwar Êzidî bê hal kiribû. Ji her malê neferên wan an hatibûn kuştin an jî dîl hatibûn girtin. Yên gihabûn çiyê jî yek bi yek dimirin. Bi dayikan re hêstirê çavan nemabû, ku li ser miriyên xwe bibarînin. Her kes bê çare bûn.

Ji ber malbata Bêrîvan di nava rêxistinê de jiya bû, ji bo wan rev ne çare bû. Girîng bû di van rojên dijwar de xeta berxwedanê biparêze. Dema mêrxasekî weke Şehîd Berxwedan Tolhildan jî ev xet diparast, hêviya tolhildanê xurt dibû.

Şehîd Bêrîvan ew xeyalên qîzanî danîbû aliyekî. Hevalên wê di destê DAIŞ'ê de dîl girtî bûn. Hevalên wê yên zarokatiyê hatibûn kuştin. Mal û milkên wan talan bûbûn. Weke jinekê, weke keçeke Êzidî dixwest tevlî berxwedanê bibe û tola Êzîdxanê û Şengala birîndar hilîne. Bêrîvan bi vê armancê tevlî berxwedanê bû.

Bêrîvan ji bo karibe vê berxwedanê bi zanebûn û rêxistinî bimeşîne çû Rojava û çend mehan lê perwerde dît. Ji bo bêhtir perwerdeya siyasî û leşkerî bibîne çû Herêmên Parastinê yên Medyayê. Bêrîvan êdî bi xwe bawer bû ku biçe Şengalê û di azadkirina Şengalê de roleke şoreşgerî bilîze. Lê belê Bêrîvan ne bi qîzanî ne jî bi şoreşgeriya xwe têr şa nebû. Roja 22'ê mijdara 2015'an li Qendîlê tevlî karwanê şehîdan bû.

Em weke Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD); ji bo bîranîna Şehîd Bêrîvan û hemû şehîdên Êzîdxanêi li bajarê Emmerîchê civîneke bîranînê lidar dixin.

Em wek hemû welatparêzan vexwendî vê bîranînê dikin."

NAVNÎŞANA CIHÊ BÎRANÎNÊ

Cih: Mala Êzidiyan a Emmerîchê
Dem: 06.12.2015 (Yekşem)
Saet: 13:00
Navnîşan: Ossenbruch 2
46446 Emmerich am Rhein

...