MSD: Minbic, projeya Federaliya Bakurê Sûriyeyê mîsoger dike

MSDꞌê rizgarkirina Minbicê pîroz kir û diyar kir ku ev projeya Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê misoger dike.

Meclîsa Sûriye Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê rizgarkirina bajarê Minbicê li hemû pêkhateyên Sûriyeyê û cangoriyên ku di operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dabûn, pîroz kir.

Di daxuyaniya MSDꞌê de hate destnîşankirin ku dema hemû çav li Minbicê bûn, hin dewletên herêmî wekî Tirkiyeyê bi rêbazên cuda hewl didan vê operesyonê têk bibin û wiha dewam kir: “Ji ber vê dewleta Tirk deriyên sînorên xwe li pêşiya komên çete vekir ku derbasî Cerablûsê bibin û li aliyekî din jî êrîşî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dema ku çete di hundirê bajêr de dorpêç kiribûn, dikir.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li hemberî hewldanên têkbirina operasyonê, hin aliyan jî destek dan operesyonê, bi taybet kesên zordariya çeteyan dîtine û wiha dewam kir, “Em di Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de girîngiyê didin vê pêngava ku bi insiyatîfa QSDꞌê (sîwaneya hemû yekîneyên parastinê ye) pêk hat.”

Meclîsê di daxuyaniya xwe de got ku rizgarkirina Minbicê gaveke girîng e ku ber bi çareseriya demokratîk ve dibe û bal kişand ku piştî rizgarkirinê ya girîng ji nû ve avakirine û di vê çarçoveyê de ev tişt got; “Divê şêniyên bajêr giraniyê bidin xebatên xwe ku Meclîsa xwe ya sivîl bi rêxistin bikin, herêmê bi rê ve bibin û li hember êrîşên çeteyan parastina bajarê xwe bikin.”

Meclîsa diyar kir ku rizgarkirina Minbicê di jiyana jina Ereb de gaveke girîng e û di di daxuyaniyê de ev hatin nivîsandin, “Jina Ereb xwe bi rêxistin kir, fêrî rêbazên xweparastinê bû û di hemû xebatên operesyona  rizgarkirinê de, cih girt. Jina Ereb bi vê yekê şoreşeke civakî pêk anî, xwe ji tarîtiya çeteyan rizgar kir û bi azadiyê qêriya.”

Ji bo qadên siyasî, Meclîsê ragihand ku operesyona rizgarkirinê, hemû projeyên terorê têk bir û mirovahî ji zilma wê rizgar kir, her wiha da xuyakirin ku ev gav projeya Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê misoger dike û ber bi avakirina Sûriyeke yekbûyî, demokratîk û sîstemeke nenavendî ve dibe û dawî li trajediya ku li Sûriyeyê diqewime tîne.

Ji bo qadên leşkerî jî Meclîsê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞꞌê dixwestin bajarê Minbicê li pêşiya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê  veguherînin Stalingrad, lê felek li wan zîvirî û bajar veguherî goristana wan.

Meclîsa destnîşan kir ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê zêdetirî 140 hezar sivîl ji zordariya komên çete rizgar kirine, ji ber vê yekê jî Meclîsê bi bîr xist ku rizgarkirina Minbicê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, xwedî girîngiyekê ye.