MSD: Em li ser yek maseyê bên gel hev
Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bang li hemû hêz û hevgirtinan kir ku li ser yek maseyê werin gel hev ku belgeyek û nerîneke hevbeş a hemû gelên Sûriyeyê derkeve holê.
Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bang li hemû hêz û hevgirtinan kir ku li ser yek maseyê werin gel hev ku belgeyek û nerîneke hevbeş a hemû gelên Sûriyeyê derkeve holê.
Desteya Serokatiya MSDʹê têkildarî rewş û aloziya 6 salan a li Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand. MSDʹê di daxuyaniya xwe de got ku pêwîst e hemû hevgirtinên opozisyona Sûriyeyê xwedî biryar bin û li riya çareserkirina aloziya li Sûriyeyê bigerin.
Serokatiya MSDʹê di daxuyaniya xwe de destpêka aloziya Sûriyeyê bi bîr xist û wiha got: ʺSê meh mane û wê aloziya Sûriyeyê bikeve sala xwe ya 7ʹan. Di van salan de alozî, şer û tevlihevî çêbûn. Di vê demê de hemû hewldanên ku ji hemû aliyan ve hate kirin, nikarîbûn rewşê biguherîne û çareseriyê bîne. Bi taybet ji ber ku îradeya gelê Sûriyeyê ji pêkanîna çareseriya neteweyî hate dûrxistin ev yek pêk hat. Hemû welatên ku di dosya Sûriyeyê de xebatên wan hene û di serî de Rûsya û Amerîka ev yek pêk anîn.ʺ
MSDʹê ragihand ku wan ji destpêka avabûnê ku di Kanûna 2015ʹan pêk hat û heta niha her dem di riya rêgezên xwe yên giştî û belgeya siyasî de wan bi awayekî pratîkî banga veguhertina demokratîk kirine û daxuyaniyê wiha dom kir: ʺVeguhertina demokratîk di riya yekîtiya hêzên demokratîk û niştimanî yên Sûriyeyê de pêk tê. Şerê li Sûriyeyê wê ti carî nikaribe aloziyê çareser bike, lê belê wê çareserî bi riya xebatên siyasî pêk were. Di vê çarçoveyê de me zêdetirî carekê banga civîn û yekîtiya hêzan kiriye. Bi vê yekîtiyê û nerîna wan wê riya karê hevbeş bê destnîşankirin û wê riya çareseriyê derkeve. Ev yek li ser hemû hêz, partî û kesayetên siyasî wê avakirina civakê pêk bîne.ʺ
Desteya Serokatiya MSDʹê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: ʺEm dibînin ku ji erka me ye ku em careke din banga xwe dubare bikin û em tekez dikin ku hevgirtina niştimanî ya bêşert û merc a di nava hemû hêzên opozisyonê de ku di nerîna me de divê Sûriyeya demokratîk û nenavendî û yekgirtî be, pêk were. Ev yek wê riya veguhertina demokratîk pêk bîne. Ev pêwîstiyeke çarenûsa Sûriyeyê ye û pêşeroja wê diyar dike.ʺ
MSDʹê di daxuyaniya xwe de bang li hemû hêz û hevgiritinan kir ku nakokiyên xwe rabikin û wiha got: ʺHemû hêz, hevgirtin û şepêlên Sûriyeyê pêwîst e nakokiyên heyî rakin û hemû ji bo pêkanîna projeya niştimanî ya Sûriyeyê ku wê heviyên gelê Sûriyeyê pêk bîne kar bikin. Em bang li hemûyan dikin ku li ser yek maseyê werin gel hev ku em bi belgeyekê û nerîneke hevbeş a hemû gelên Sûriyeyê derkevin. “
Serokatiya MSDʹê di dawiya daxuyaniya de destnîşan kir ku pêwîst e Sûriyeya pêşerojê ji terorê bê paqijkirin û wiha daxuyanî bi dawî bû: ʺCareke din pêkanîna Sûriyeyek navendî dubarekirina tevlîheviya sîstema ku beriya 2011ʹan e.ʺ