MLKP: Li Minbicê wê derbeke girîng li DAIŞ û Tirkiyeyê bê xistin

MLKP'ê diyar kir, rizgariya Minbicê wê bibe têkçûna DAIŞ'ê û mêtîngeriya Tirk.

Rêxistina Rojava ya Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP), ku di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de cih digire, pêngav nirxand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, xeleka dawî ya kantonên Rojava Efrîn, kêlî bi kêlî nêz dibe û hat gotin, "Ji ber dagirkeriya xaka herêmê û pêwîstiya gelan a bi azadiyê, gelên herêmê berê xwe didin Şoreşa Rojava û hêza wê ya polîtîk."

MLKP Rêxistina Rojava destnîşan kir, azadiya Minbicê wê ji bo mêtîngeriya Tirk û hevkarê wê PDK bibe têkçûneke nû û got, "Mêtîngeriya Tirk wê li nava sînorên xwe yên nîjadperest û PDK jî li nava sînorên xwe yên teng ên eşîrî heps bibin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, gelên di bin zilma DAIŞ'ê de ne, bi coşeke mezin hêzên azadiyê, hêzên QSD'ê pêşwazî dikin û hat gotin, "Şervanên jin û mêr ên ji Tabûra Şehîd Serkan a MLKP'ê, li navenda vê pêvajoyê cih digirin."

'CÎRANTIYA TIRKIYEYÊ YA BI HEVALBENDÊ WÊ RE DIQEDE'

Di daxuyaniya MLKP'ê de hat gotin, "Ji bo ji holê rakirina qutbûna fîzîkî ya navebar kantonên Şoreşa Rojava û ji bo meşa ber bi Şoreşa Sûriyeya Demokratîk ve, ev pêngav girîng e" û ev xal hat destnîşankirin:

"Rizgariya Minbicê û têkoşîna xwegihandina Efrînê, wê li dijî Tirkiye û DAIŞ ên hewl didin Şoreşa Rojava têk bibin, bibe pêngaveke gelekî girîng.

Weke ku tê zanîn, pêvajoya derbasbûna aliyê rojava yê Firatê, bi azadkirina Tişrînê destpê kiribû. Bi pêngava Minbicê re ev pêvajo dewam dike. Mêtîngeriya Tirk derbê li ser derban dixwe. Cîrantiya wê ya bi hevalbendê xwe yê herî mezin DAIŞ'ê re êdî diqede."