MLKP: Em damezrandina partiya xwe ya hevrê PKK'ê silav dikin
MLKP’ê têkildarî salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de banga piştevaniya ji bo gelê li Kurdistanê hat kirin.
MLKP’ê têkildarî salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de banga piştevaniya ji bo gelê li Kurdistanê hat kirin.
MLKP’ê têkildarî salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de banga piştevaniya ji bo gelê li Kurdistanê hat kirin.
MLKP Kurdistan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Şerê azadiyê yê di pêşengiya PKK’ê de li hemberî zext, zilm û mêtinkariya dewleta Faşîst a mêtinkar a faşîst, emperyalîst û dewletên mêtinkar tê meşandin bi desketî û serketinê dikeve sala 38’emîn.”
'PKK; ÎRADEBÛYÎNA GEL E YA MEYDANÊ LI SERWERAN DIXWÎNE'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Dîroka PKK’ê îradebûyîna gelekî ye ya li hemberî mêtinkareran serî natewîne, bi serhildanan radibe ser piyan, dîroka xwe ya rûmet û azadiyê bi berxwedanê dinivisîne, li dijî polîtîkayên mêtinkaran meydan dixwîne.
Di ev dîrok di heman demê de dîroka jina Kurd e ya bi têkoşîna şervanên jinên Kurd a bi têkoşîna xwe ya serî natewîne hatiye avakirin, îradeya jinê di rêxistin, şer û jiyana civakî de hakim kiriye, xeta azadîxwaz pêş dixe. Jinên Kurd ên avakarên vê dîrokê ne, hen ji jinên cîhanê fêr bûye, hem jî rê nîşanî wan daye.”
'SILAV JI OCALAN Û HEVRÊYÊN WÎ RE'
Di daxuyaniyê de ji bo gelên li Farqîn, Nisêbîn, Gever, Sûr, Silopiya û her çar parçeyên Kurdistan li ber xwe didin banga piştevaniyê hat kirin û wiha hat gotin:
"Em 38. salvegera damezrandina partiya me ya hevrê PKK’ê ya bû wesîleya ji nû ve vejîna gelê Kurd, bi asta gihiştiyê û temsîl dike mîlyonan hembêz dike pîroz dikin û afirînerên vê dîrokê silav dikin.”
Em avakarên vê têkoşîna bi rûmet a 37 sal in bi berdêlên mezin hat afirandin, Mazlûm Doganan, Hakî Kareran, Mahsum Korkmazan, Çaran, Zîlanan, Bêrîtanan, Rustem Cûdiyan, Alîşer Dêrsiman, Çîçek Botanan, Sakîne Cansizan, Şervan Vartoyan û bi dehhezaran şehîdên PKK’ê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Silav ji kesên dema dîroka rûmet û azadiyê ya gelê Kurd nivîsandin bûn nemir. Silav ji Rêberê Gelê Kurd û hevrêyên wî yên têkoşînê re.”