MLKP'ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir
Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP), nasnameyên 2 şervanên xwe yên li bejahiya Pulur a Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP), nasnameyên 2 şervanên xwe yên li bejahiya Pulur a Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Fermandariya Yekîneya Gerîla ya FESK a Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP), li ser 2 şervanên xwe yên li navçeya Pulur a Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, şerê li Pulurê yê 22'ê Tebaxê, beriya çalakiya berfireh a gerîlayên MLKP û HPG'ê ya li navçeyê qewimiye û hat gotin, "Li dijî yekîneyên tîmên taybet ên dewleta AKP'ê ya faşîst û çeteyên Qesrê, ku li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê komkujiyan dikin, gerîlayên MLKP û HPG'ê ketin nava amadekariyên çalakiyê. Roja 22'ê Tebaxê ji bo keşfa çalakiyê bikin, berê xwe didin navenda Dersîm-Pulurê. Hevrêyên me dema gihîştin cihê çalakiyê û amadekarî dikirin, saet di 21:30 de dijmin bi wan hesiya. Ji ber ku cih ji bo şer nebaş e, biryarê didin xwe gavekê vekişînin. Dema hevrêyên me xwe vedikişînin, dijmin bi maşînên zirxî dest li wan werdidin û şer li vir derdikeve. Di vê navberê de dijmin bi lez û bez gelek maşînên zirxî sewqî cihê şer dike. Şer heta saet 23:00 dewam kir. Di şer de hevrêyên me Devrîm Şoreş (Velî Gorgun) û Baran Mûnzûr (Umît Yetîk) şehîd ketin."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ev şer demeke kurt piştî ragihandina hebûna gerîlayên partiyê li çiyayê Dersîmê qewimiye û hat gotin, "Şehadeta wan hêrsa me qat bi qat zêde kiriye. Partiya me çawa ku li Rojava, Şengalê, Kobanê û Minbicê bi dayîna berdêlan meşa xwe ya şoreşê bi pêş ve dibe, li qadên gerîla jî wê vê meşa xwe bidomîne."
Femandariyê da zanîn, Devrîm Şoreş û Baran Mûnzûr şehîdên wan ên destpêkê ne li qadên gerîla û got, "Bi ked, enerjî, coş û fedekariya xwe gelek tiştên bedew ji me re hiştin û ala xwe radestî me kirin. Em soz didin ku heta vê alê bi biryardariyeke mezin bi ser bixînin, em ê ranewestin. Bijî partiya me MLKP, bijî şoreş û sosyalîzm. Hevrê Devrîm û Baran namirin."