MLKP: Dem dema azadkirina Ocalan e

MLKP diyar kir, komploya 15'ê Sibatê bi berxwedana Ocalan û gelê Kurd re hatiye pûçkirin û got, "Dem dema azadkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Dem dema azadiya gelê Kurd e."

MLKP Kurdistan, ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, plana kirêt a beriya 17 salan ji aliyê hêzên emperyalîst û mêtînger bi komploya navneteweyî ji bo şikandina vîna gelê Kurd xistin meriyetê, di roja îro de ji aliyê dîktatoriya Erdogan ve hewl tê dayîn bê meşandin û bal hat kişandin ser êrîşên li hemberî Bakur û Rojavayê Kurdistanê.

MLKP Kurdistan da xuyakirin ku bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd ê bi rûmet û canfedayên têkoşîna azadiyê re, ev tifaqa kirêt ji hev hatiye xistin û wiha dewam kir:

"Dem dema azadkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Dem dema azadiya gelê Kurd e. Niha dema bilindkirina berxwedanê û bidestxistina kelehên dagirker û mêtînegran e. Cizîr, Siloiya, Gever, Nisêbîn, Kerboran, Farqîn; ji bo azadiya Birêz Ocalan û gelê Kurd bi awayekî bêhempa bi lehengî li ber xwe didin. Gelê me li hemberî dîktatoriya mêtînger û şebekeyên kujeran, li dijî komkujiyên wan ên namerdî, li hemberî barbarî, qirkirin, tank û topan li ber xwe dide."