BI DÎMEN

'Min pir zilma dewletê dît, lê zilmek bi vî rengî nedît'

Dayika aştiyê Melahat a 70 salî, ku kurekî wê li nava refên HPG'ê ye, diyar kir ku AKP wê bi zilmê nikaribe tiştekî bi dest bixe û got, "Ez 70 salî me. Min gelekî zilma dewletê dît, lê bi qasî zilma vê hikûmetê min nedît."

Dayika aştiyê Melahat a 70 salî, ku kurekî wê li nava refên HPG'ê ye, diyar kir ku AKP wê bi zilmê nikaribe tiştekî bi dest bixe û got, "Ez  70 salî me. Min gelekî zilma dewletê dît, lê bi qasî zilma vê hikûmetê min nedît."

Dayika Melahat da xuyakirin ku kêm maye sebra gelê Kurd bifûre û destnîşan kir ku eger sebra Kurdan bifûfre wê hikûmeta AKP'ê hilweşîne.

Dayika Melahat ragihand ku gelê Dêrikê wê bi ti awayî serî li ber zilmê netewîne û bang li AKP'ê kir ku dawî li qedexe û êrîşên xwe bîne.

Dayika aştiyê Melahat Tekîn a 70 salî ku kurekî wê li nava HPG'ê ye û ew bi xwe jî bi rojane li Dêrikê li dijî qedexey derketina derve û êrîşan li ber xwe dide, zilma tê kirin û biryardariya xwe ya berxwedana li dijî vê zilmê ji ANF'ê re vegot.

'AKP NIKARE BI ZILMÊ RE TIŞTEKÎ BI DEST BIXE'

Dayika Melahat ragihand ku ziman û çanda wan hatiye qedexekirin û got, "Em nikarin işareta serketinê bikin, nikarin bêjin ku em Kurd in. Gelo ev e mafê me, ev ya ji me re rewa tê dîtin? Ji bilî berxwedanê ti rê ji gelê Kurd re naye hiştin. Ji bilî berxwedanê, gelê Kurd bila çi bike? Malên me şewitandin. Ev hikûmet çi ji vî gelî dixwaze? Çima vê zilmê li vî gelî dike? Bi vê yekê re nikarin tiştekî bi dest bixin, ev rê ne rêya rast e."

Dayika Melahat da xuyakirin ku bi rojane ew li malên xwe hepsî ne, ji nexweşên xwe re nikarin dermanan peyda bikin û pirsgirêka xwarin, av û elektrîkê heye. Dayika Melahat nerazîbûna xwe ya li hemberî hikûmeta AKP'ê bi gotina "Ev ne wijdan e, ne Misilmantî ye" nîşan da.

'DI EMRÊ XWE DE MIN ZILMEK BI VÎ RENGÎ NEDÎT'

Dayika Melahat got, "Gelê Dêrikê gelekî zilm dît" û berxwedana du rojan a 6 PKK'yiyên di Cotmeha 1979'an de li Çiyayê Tûrcel ê Dêrikê li hemberî artêşa Tirk nîşan dan û hovîtiya li cenazeyên wan hat kirin, bibîr xist. Dayika Melahat got, "Ciwanên Apoyî yên ku berî 35 salan li Çiyayê Tûrcel li ber xwe dan tên bîra min. Dewlet wê çaxê jî bi tank, top û balafirên xwe hat. Ciwanan bi rojan li ber xwe dan, sê ji van ciwanan şehîd ketin. Wê çaxê îşkence li cenazeyên van ciwanan kirin, li pişt panzerê girêdan û bi erdê re kişandin. Niha jî heman tiştî dikin. Ti cudahiya vê hikûmetê ji yên din nîne. Di ser re, ev hikûmet ji yên beriya xwe bêhtir zilmê dike. Ez 70 salî me, min di ti serdemê de zilmek mîna ya niha nedît. Di salên 90'î de me gelek zilm dît, lê belê wê çaxê jî gule li malên me nehatin reşandin, nehatin xerakirin û şewitandin. Li gundan şewitandin û hilweşandin, lê belê Erdogan malên me li navenda bajêr dişewitîne, zarok û jinên me qetil dike."

'ÊDÎ SEBRA GELÊ KURD NEMA'

Dayika Melahat ragihand ku gelê Kurd êdî nikare xwe li vê zilma giran rabigire û got, "Gelê Kurd wê biteqe. Dema ev gel teqiya Erdogan û artêşa wî nikare li ber vî gelî bisekinin. Ez gelê Kurd nas dikim. Gelê Kurd ji vê hikûmetê natirse. Niha baweriya me bi aştiyê heye, em aştiyê dixwazin. Em naxwazin hîn bêhtir mirov bimirin. Lewma em xwe li ber vê zilmê radigirin. Lê belê kêm maye sebra me bifûre. Bila Erdogan vê zilm û hovîtiyê li ser gelê Kurd rake."

'EGER ZILM DEWAM BIKE, HEMÛ ZAROKÊN ME WÊ BIÇIN'

Dayika Melahat got, "Kurê min di 15 salî de berê xwe da çiyê, li dijî zilmê derket serê çiyê" û ev hişyarî da: "Eger Erdogan vê zilmê bidomîne, zarokên me yên din jî wê biçin. Bila malên me, bajarên me neşewitîne. Em aştiyê dixwazin, em dixwazin hurmet ji çand û zimanê me re bê nîşandan."