'Min di lîsteya mirinê ya Serheng Ûgûr de navê kekê xwe dît'
Nezîr Çelîk diyar kir, wî di 'Lîsteya Mirinê' ya Serheng Ûgûr de navê kekê xwe Suleyman dîtiye û got, "Piştî ku Ûgûr ji kekê min re got, 'ez hatime te bikujim', kekê min kuşt."
Nezîr Çelîk diyar kir, wî di 'Lîsteya Mirinê' ya Serheng Ûgûr de navê kekê xwe Suleyman dîtiye û got, "Piştî ku Ûgûr ji kekê min re got, 'ez hatime te bikujim', kekê min kuşt."
Serhengê artêşa Tirk Atîlla Ûgûr li Mêrdîn û bajarên derdora wê, di salên 90'î de bi dehan kes revand, winda kir, îşkence lê kir an jî avêt ser malên wan û ew kuşt. Ûgûr, kesên kuşt avêt bîrên asîtê yên li navçeya Qoserê ya Mêrdînê. Çend ji van bîrên mirinê yên Ûgûr, di salên 2000'î de bi hewldanên parêzvanên mafên mirovan eşkere bûn. Gelek bûyerên windakirin û kuştinê jî, hê li benda ronîbûnê ne.
Yek ji kesên bi fermana Serheng Ûgûr hat kuştin, Suleyman Çelîk e. Birayê Çelîk Nezîr Çelîk da xuyakirin, ku berî kuştina kekê wî, Serheng Ûgûr hatiye gund û anî ziman ku di lîsteya mirinê ya di destê wî Ûgûr de navê kekê wî jî hebû. Bira Çelîk ragihand, piştî ku Ûgûr ji kekê wî re got, 'ez ji bo kuştina te hatime', çeteyên mirinê yên serheng Ûgûr, kekê wî li mala wî kuştine.
DI DESTPÊKÊ DE ÎŞKENCEYA 12'Ê ÎLONÊ
Nezîr Çelîk da zanîn, ku ew li gundê Mistefamelik ê navçeya Qoser a Mêrdînê diman û bi darbeya 1980'î re tevî kekê xwe Suleyman ê hingî keyayê gund bû, hatiye girtin û ew birine zîndana Amedê. Çelîk diyar kir, li zîndana Amedê îşkenceya giran li wan hatiye kirin û şahidî ji berxwedana zîndanê re kirine: "Tevî kekê xwe 11 salan di girtîgehê de mam û em piştre hatin berdan. Di sala 1991'ê de em vegeriyan gundê xwe."
BERXWEDANA LI DIJÎ CERDEVANÎKIRINÊ
Çelîk ragihand, dema ew li gund vegeriyan, têkoşîna PKK'ê berfireh bûbû bi kekê xwe Suleyman re wan li gundê xwe û gundên derdorê dest bi karê rêxistinkirinê kirine. Çelîk bibîr xist, ku dewleta Tirk di vê demê de cerdevanî li ser hemû gundan ferz dikir û anî ziman, ku tevî kekê xwe Suleyman ew li dijî polîtîkaya cerdevanîkirinê têkoşiyan.
Çelîk destnîşan kir, ku di encama têkoşîna wan de pêşî li cerdevanîkirina gundê wan hatiye giritn, lê artêşa Tirk gelekî zext li gundê wan kiriye.
ATÎLLA ÛGÛR GOT, 'DIVÊ EV FEBRÎQEYA MIN A MIRINÊ BIBÎNIN'
Bi sala 1993'an re piştî Atîlla Ûgûr weke Fermandarê Jendermeyan ê Qoserê hat herêmê, îşkence, kuştina mirovan, windakirina di binê çavan de derket asta herî bilind. Li gorî Çelîk, bi hatina Atîlla Ûgûr re îşkence, revandina mirovan û kuştin bû yekane rêbaza dewletê. Çelîk got, "Ûgûr wezîfedarekî ji rêzê nebû. Mîsyoneke xwe ya taybet hebû, ne tenê li Qoserê, di heman demê de li Mêrdîn û bajarên derdorê jî tevdigeriya. Diçû ji Şirnexê mirov direvand û ew dikuşt. Ji xwe piştre di bîrên cesedan de derket holê, ku mirovên ji bajarên cuda hatine anîn û li vir hatine kuştin."
Çelîk da xuyakirin, ku tevî kekê xwe Suleyman ew di destpêka sala 1994'an de hatine binçavkirin û dema li Qereqola Jendermeyan a Qoserê di binê çavan de bû, Serheng Ûgûr li leşkerekî payebilind ê li kêleka xwe zîvirî û got, "Bi gotinê nabe, lazim e ev febrîqeya min bibînin û bijîn. Ancax febrîqeya min a mirinê dikare bi wan."
'DI LÎSTEYA ÛGÛR DE NAVÊ MIN Û YÊ KEKÊ MIN HEBÛN'
Serheng Ûgûr di vê demê de davêje ser gundê Mistefamelik ku Nezîr Çelîk û kekê wî Suleyman lê bûn. Çelîk da xuyakirin, ku di dema serdegirtinê de Ûgûr ew, kekê wî û du hevalên wan derxistine derveyî gund û li vê derê ji wan pirsî ne: "Xwedê heye?". Çelîk diyar kir, wî jî ji Ûgûr re gotiye, "Niha li vê derê, te xwe xistiye şûna Xwedê." Çelîk anî ziman, ku li ser vê yekê Ûgûr ew biriye cihekî û "Lîsteya Mirinê" nîşanî wî daye û gotiye, "Piştî ku ez bir aliyekî, defterek ji bêrîka xwe derxist. Di vê defterê de navên kesên werin kuştin, hebû. Min navê xwe û yê kekê xwe Suleyman jî di lîsteyê de dît. Çelîk got, "Serheng Ûgûr ji min û kekê min re got, 'Derhal vê derê biterikînin, naxwe ez ê we herduyan bikujim. Min navê we li lîsteyê nivîsandiye'. Çend roj piştî vê gefê, çeteyên wî hatin gund û kekê min kuştin."
'LI PÊŞ ÇAVÊN ZAROKÊN WÎ KEKÊ MIN KUŞTIN'
Çelîk da xuyakirin, ku dema li gund vegeriyan, li ser daxwaza kekê wî tenê ew ji gund derketiye û wiha dewam kir: "Em hatin nava gund. Kekê min ji min re got, 'tu biçe, ez ê hinekî din jî bimînim'. Piştî ku ez çûm, di 2'ê Îlona 1994'an de tîmeke mirinê bi wesayîteke Toros hat malê. Kekê min fêhm dike ku wê wî bikujin û li dijî wan li ber xwe dide. Hewl dide çeka yek ji kujeran jê bigire. Di vê kêliyê de çeteyên din li kekê min direşînin."
Çelîk da zanîn, ku kekê wî Suleyman li pêş çavên zarokên wî hatiye qetilkirin û got, heta hesab ji Serheng Ûgûr bipirse, ew ê li dû vê dozê be.
'AKP'Ê KUJERÊN KURDAN JI NÛ VE DERXIST HOLÊ'
Çelîk anî ziman, ku wan giliyê Atîlla Ûgûr kiriye, lê belê Ûgûr hê jî ji aliyê dewlet û dadgehên Tirk ve tê parastin û nerazîbûn nîşan da ku AKP di dema dawî de Ûgûr û hevkarên wî yên sûc li dijî Kurdan bi kar tîne.