Îro di yekemîn salvegera şehadeta Mihemed Badozade yê bi navê din Egîd ji Rojhelatê Kurdistanê ê ku di 16’ê tîrmeha sala 2011’an de di şerê di navbera artêşa Îran û PJAK de jiyana xwe ji dest dabû li gorstana Mehmed Karasûngûr li ser gora wî ji aliyê malbatên Rojhelatê Kurdistanê yên penaber ve hate bibîranîn, her wiha gelê binarê Qendîlê jî beşdarî vê bîranînê bûn.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir her wiha çalakvanan duruşmeyên “Bijî Rêber Apo” û “şehîd namirin” qêriyan û wêneyên şehîd Egîd û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û gelek wêneyên şehîdên PJAK hildan.
Çalakiya bîranînê ji aliyê Partiya Jiyana Azad Kurdistan PJAK’ê ve hate bi rêxistin kirin, her wiha endama Yekîtiya Jinên Rojhelatê Kurdistanê YJRK’ê jî di vê çalakiyê de axivî û bal kişand ser qehremaniya ku hevalê wan Egîd di nava şer de nîşan daye. Her wiha bal kişand ser welatparêziya malbata Badozade ango Egîd tê de mezin bûye ji ber malbata wan hemû di nava têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane.
Hewlêr Qendîl di derbarê keseyata Egîd de wiha axivî: “ Hevalê Egîd di temeneke biçûk beşdarî nava refên şoreşê bû û hevalê me di malbateke welatparêz de mezin bûye, karî ku di nava şoreşê de sekineke bi hêz raber bike. Ji ber vê dema ku di sala 2011’an de di nava hêzên me yên PJAK’ê û artêşa Îranê de şer û pevçûn derketin heval Egîd yek ji hevalên me yên ku bi qehremanî şer kirine û di encama vê qehremaniyê de jî jiyana xwe ji dest da”
Qendîl derbarê wateye şehîd û şehadetê de jî wiha dirêjî da gotinên xwe: “ Ji ber em deyndarê şehîdên xwe ne, ji ber vê em weke tevger û gelê kurd her dema ku derbas dibe em rastiya hevalên xwe yên şehîn dinasin û ji bo ku em bikarin armancên wan pêk bînin em ê hayanı dawî li ser rêça wan têkoşîna azadiyê bilind bikin. Ji ber şehîd mîrasa me yên herî pîroz in”
Her wiha di çalakiya bîranînê de endama YJRK’ê Hewlêr Qendîl bal kişand ser berxwedaniya 14’ê Tîrmehê û wiha rave kir: “ Berxwedaniya sala 1982’an ya ku di zîdana Amedê de hatiye nîşandan, di roja îro de hîn jî berdewam dike. Ji ber bi berxwedaniya ku ji aliyê heval Kemal Pîr, Mezlûm Dogan, Alî Çîçek û berxwedaniya çaran hatiye nîşandan di roja îro de jî bi kesayet mîna hevalê Egîd û gelek hevalên me yên din ev berxwedanî li hember dagirkeriya dewleta Îranê û zexta wê ya li ser gelê me berdewam dike. Ji ber vê em careke din bejina xwe li hember hemû hevalên xwe yên şehîd ditewîn û heyanî ku em armanca hemû hevalên xwe yên şehîn pêk neyînin em ê her vê têkoşînê berdewam bikin.”
Di dawiya çalakiya bîranînê de bi dengên bilind duruşmeyên bijî Rêber APO şehîd namirin hatin avêtin. Her wiha şekir hartine belavkirin.