MHD’ê banga ‘Cizîrê’ li NY kir

MHD’ê têkîldarî êrîşên qirker ên li Cizîrê serî li NY da.

Hevserokên Giştî yên Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) Parêzer Gulşen Ozbek û Parêzer Serhat Eren  dosyayek serlêdanê pêşkêşî Sekreteriyaya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir, ji bo Cizîrê bang hate kirin.

Nivîsa ser dosyayê xîtabî Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî Moon kir, wiha got: “Em wek Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya ya di nav dewleta Tirkiyeyê de bi hezaran parêzer, akademîsyen û xwendekarên fakulteya hiqûqê endamê me ne, dixwazin bala we bikşînin ser mijarekê. Wek hûn jî dizanin dewleta Tirkiye ji Hezîrana 2015’an ve şerê çekdarî dijwarbûna xwe her diçe zêdetir dike û dewam dike. Di nav vê pêvajoyê de bi sedan sivîl hatine kuştin, cesedên ji wan gelekan jî bêyî firsanda defnkirinê bibînin, ji rêzandinê re hatine hiştin. Herî dawî jî li cizîrê bi sedan mirov bi awayekî komî hatine îmhakirin, cesedên wan li bajarên cuda hatine belavkirin û bêyî karên otopsiyê bên kirin jî, defnkirina wan ji nîqaşê re hatiye vekirin.

Dewleta Tirkiye ku alîgirê Protokola Mînnesota ye, pîvanên herî kêm ên çarçoveya vê protokolê jî paşguh dike, hewl dide ser tevahî mirinan bigire. Qetilkirina komî ya li Cizîrê û pêkanînên dewleta Tirk ên li derveyî Protokola Mînnesotayê di daxwaznameya ‘pêvekê’ de bi awayekî berfireh hatiye vegotin. Her wiha agahiyên kesên kuştî yên nasnameyên wan hatine tespîtkirin jî hatiye pêşkêşkirin.”

 ‘DIVÊ MEKANÎZMAYÊN VENÊRÎNÊ YÊN NY BÊ XEBITANDIN’

Hevserokên Giştî yên MHD’ê di dawiya dosyayê de ev bangazî kir:

“Endamê NY dewleta Tirkiyeyê di sala dawî de kiryarên xwe yên derveyî perspektîva hiqûqa mirovahiyê zêde kiriye û wek bûyera Cizîrê, dest bi qetlîamên komî û îmhayan kiriye. Bûyer bêyî bibin mijara lêpirsînên cezayî  ser hatine girtin û otopsiyên li gor usulê nehatine kirin. Îmhaya komî ya li Cizîrê pêk hatiye û piştî wê bê hiqûqiyên pêk hatiye di asta sembolê de ne. Li hember dewleta Tirkiye divê tevahî mekanîzmayên NY ji aliyê Sekreteriyaya wa bê xebitandin. Ji bo pîvan û armancên NY jê zerarê nebînin divê ev kiryaran li qada navneteweyî bê teşhîrkirin, zextek siyasî bê avakirin û heyetek girêdayî sekreteriyaya we were vir û li vir çavdêriyan bike. Ji bo cîhanek û pêşerojek adil bi hêviya bihîstina banga me…”