Meclîsa Gelê Rojavaya Kurdistan (MGRK) û Encumena Niştimaniya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) li bajarê Hewlêrê bi karsazên Kurdên Rojavayê civînek li darxistin. Nûnerê Meclîsa Karsazên Kurdên Rojava Elî Îsa da zanîn ku wan berî 6 mehan xebatek wiha dane despêkirin û heta niha li karsazên li gelek welatên cîhanê belav bûne têkilî danîne.
Di çarçova hevdîtinê xwe yên Herema Kurdistan şanda MGRK duh şev bi ENKS re bi karsazên Rojavayê Kurdistan civînek taybet li dar xistin. Hate zanîn di civînê rewşa niha ya Rojavayê Kurdistan dahatûya Rojava hatiye nîqaşkirin.
Li ser civînê nûnerên Karsazên Rojavayê Kurdistan Elî Îsa diyar kir ku wan berî 6 meha dest bi xebatek wiha kirine heta niha 30 karsazên Kurd yên Rojavayê Kurdistan têkilî danîne. Îsa “ Ev tevgera me wek xewnekî bû. Lê em 6 mehe xabatên xwe dimeşînin û heta niha bi 30 karsazên Kurdên Rojavayê Kurdistan yên derveyî welat re têkilî daniye. Niha em navê Konseya Aborî Kurd xwe tevger dikin. Em xwe ji kongrekî li Helebê jî amade dikin ku heke derfet hebin. Em ji bo karxebatê reşnûsek jî amade kiriye ku karsazên bibin endamê ev konseya dibe çawa bin.”
Li ser nêzîkatiyên siyasetmedarên Kurd jî Elî Îsa dazanîn nêzîkatiyek baş heye û ev nêzîkatî ji bo pirsa bê karî ya Rojava dê kêm bike. Îsa “ bi civînek pir baş bi MGRK û ENKS re kir. Ez hêvîdar im encamê vê civînê ji bo gelê me pirr baş be. Em wek karsazan ji niha ve dixwazin din ava Rojavayê Kurdistan xebatê xwe dest pê bikin. Em di demek kurt dixwazin Bank avabikin ku bikarin li vir sermayeyek kom bikin.”
Hevsorekê PYD’ê Salih Mûslim li ser civînê da zanîn ku dibe karsazên Kurd ji bêkarî ji holê rabe hewl bidin, polîtîkayê pera ji pera qezenç kirinê pêş nexin û nêzîkatiyek xweza parêz nîşan bidin. Mûslim “ Em ev nêzîkatiya avakirina Konseya Karsazên Kurd yê Rojavayê Kurdistan baş dibînin. Niha rewşa Rojavaya Kurdistan di aliyê aborî de pirr xerabe û bêkarî geleke. Bi cotkariyek ekolojik û pîşesaziyeke xwezaparêz em dikarin hemû pirsên kar yên Rojava ji holê rakin. Lê divê karsaz nekevin aboriya kumarê.”