Mexsûdava piştî 20 salan careke din hat şewitandin

Polîtîkayên mêtîngerî yên salên 90'î, ji şewitandina gundan veguherî şewitandina bajaran. Ev hovîtî piştî 20 salan careke din bi serê gundiyên Mexsûdava yên Geverê hat.

Navçeya Gever a Colemêrg,ê piştî qedexeya 78 rojan a derketina derve, hat şewitandin û xerakirin. 5 taxên navçeyê bi temamî bûne xirbe. Bi qasî 20 hezar mirov bê mal man e.

Mexsûdava ku gundê navendî yê Geverê ye, piştî 20 salan careke din hat şewitandin. Gundiyên Mexsûdavayê, ev hovîtiya piştî 20 salan careke din bi serê wan de hat, ji ANF'ê re vegotin.

Halît Aydin bibîr xist, ku cih û warên wan beriya niha careke din hatibû şewitandin û xerakirin û anî ziman, dewlet bi vî rengî nikare tiştekî bi dest bixe. Aydin diyar kir, di dema têkoşînê de pêkan e barbariyên bi vî rengî li hemberî wan bê kirin û got, "Em berê li gundên Geverê bûn. Me çiqasî li wir li ber xwe didan, dewletê jî ewqasî êrîş dikir. Herî dawî gundên me vala kirin û malên me şewitandin. Ev hemû, ji ber ku me dst ji ziman û doza xwe bernedane, hatin kirin. Berê gundê me şewitandin. Çi bû? Gelo em qediyan? Em hîn bêhtir xurt bûn û hatin. Divê êdî fêm bikin, çareserî bi vî rengî nabe. Me beriya niha çawa ev der çêkiribûn, em ê dîsa ava bikin. Lê pêwîstiya me bi destekê heye. Azadiya me ji têrbûnan zikê me girîngtir e. Têkoşîn wê li van deran dewam bike. Ya em ê dest ji nasnameya xwe berdin, yan jî em ê li ber xwe bidin. Bêguman em ê berxwedana xwe bidomînin."

'EM JI BO 3 ROJAN JI GUND DERXISTIN Û XANIYÊN ME ŞEWITANDIN'

Ahmet Sari da xuyakirin, ku di dema qedexeya derketina derve de ew li gund bûn û got, "Hatin em ji gundê me derxistin. Gotin, 'wê lêgerîn' were kirin. Eger derdê wan lêberîn bû, wê demê ev xerakirin û talan ji bo çi hat kirin? Di destpêkê de em birin Navenda Çandê û careke din venegerandin. Berê gundê me şewitandibûn. Eger armanca wan derxistina me ji vê derê be; em ê ji vir dernekevin. Ev der axa me ye. Bila gelê Kurd bibe yek. Medya nayê vê derê û dîmenê vir nakişîne. Bila werin bikişînin bêjin, bê çima ev der şewitandine. Ji bo çêkirina vî xanî, ez şeş salan xebitîm Ez ê niha çawa çêbikim? Bila gelê Geverê bibe yek."

'EM LI KU BIJÎN?'

Alî Kara diyar kir, ji ber şewitandina gundê wan, beriya 20 salan ew neçar man li Geverê bi cih bibin û got, "Berê jî xaniyên me yên li gund şewitandibûn. Nehiştin em eşyayên xwe jî derxînin. Em hatin vê derê û bi cih bûn. Niha dîsa heman tişt anîn serê me. Ne dihêlin em li gund bijîn, ne jî li vir ji me diqerin. Mafê jiyanê nadin kesî."

'HETA MIRINÊ EM Ê LI VIR BIN'

Abdulvehap Soylû anî ziman, hemû eşyayên wan ên li nava malê hatine şewitandin û got, "Em niha nizanin em ê çi bikin. Eger em bi hev re vê derê ji nû ve ava bikin wê baş be. Gelo gunehê me çi bû? Pênc astengdarên me hene, hemû li vê malê dijiyan. Me bi salan hewl dan û ev xanî çêkirin. Lê xaniyê me xera kirin, hilweşandin. Em ê vê derê neterikînin. Heta mirinê em ê li vir bin."