Meşa Madimakê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin

Meşa Madimakê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin

Bi hezaran kesên ku ji bo şermezarkirina Komkujiya Sêwazê xwestin heta ber Otela Madimakê bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Meşa ku di çarçoveya çalakiyên ji bo bîranîna kesên di komkujiya Sêwazê de jiyana xwe ji dest dabûn pêk hat ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Bi hezaran kes xwest heta ber Otela Madimakê bimeşin, lê her çiqas ji bo meşê ji walîtî destûr hatibe girtin jî, polîsan barîqat danî ber Walitiyê û nehişt girse derbas bibe. Hezaran welatiyên ku heta ber barîqatan hatin diyar kirin ku ew ê bimeşin û xwestin bila barîqat bê rakirin. Li gel ku polîs got ew nahêlin heta Otela Madimakê bimeşin, girse li ber bndan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Gengeşiya di navbera polîs û girseyê didome.