Meşa dirêj a li Parîsê bi dawî bû

Meşa dirêj a li paytexta Fransa Parîsê ya bi armanca protestokirina komploya navneteweyî û balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja duyemîn de ye.

Meşa dirêj a li paytexta Fransa Parîsê ya bi armanca protestokirina komploya navneteweyî û balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja duyemîn de ye. Meşa “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” îro li Natîonê bi dawî bû.

Meşa dirêj a li Parîsê di pêşengiya CDK-F û Tevgera Jinên Kurd pêk hat, îro saet 13.00’an  bi meşa girseya li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk, di saet 17.00’an li Natîonê bi dawî bû. Di domahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê statu”, “Bimre faşîzm” hatin berzkirin, berxwedanên xwerêveberiya gelê li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.

...