Meşa dirêj a li Berlînê bi dawî bû
Meşa dirêj a du rojan ku bi armanca protestokirina komploya navneteweyî û balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Elmanya Berlînê hat destpêkirin, bi dawî bû.

Meşa dirêj a du rojan ku li eyaletên Berlîn û Branderbûrgê bi şîara, “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu” hat lidarxistin bi dawî bû. Meşvan saet nêzî 14.00’an gihiştin pêşiya Parlamentoya Elmanyayê. Li ser navê çalakvanan komekê bi rayedarên parlamentoyê re hevdîtinê pêk anîn, têkîldarî armanca meşê dosyayek radest kirin. Rayedaran gotin roja Înê wê karibin dosyayê bidin Wezareta Karên Derve ya Elmaya.
Girse piştre çû Konsolosxaneya Fransa ya li Brandenbûrger Torê û li vir tevlî çalakiya edaletê ya her Çarşem bi armanca ronîkirina qetlîama Parîsê tê lidarxistin bûn. Bi daxuyaniya çapemeniyê ya li vir ve çalakî bi dawî bû.
LI BERLÎNÊ WÊ SIBEHÊ JÎ ÇALAKÎ HEBE
Ji bo çalakiya sibehê saet 16.00’an a li Alexanderplatzê banga tevlîbûnê hat kirin. Her wiha ji bo meşa 13’ê Sibatê li Strasboûrgê jî hat bibîrxistin ku roja Înê saet 22.00’an wê ji Komaleya Meclîsa Gelê Demokratîk a Berlînê otobus rabin. Ji bo meşê banga tevlîbûnek xurt hat kirin.