Mêrdînî: Em ê li dijî cûnta û qeyûmê AKP'ê li ber xwe bidin
Mêrdîniyan nerazîbûneke tund nîşanî dagirkeriya qeyûm dan û gotin, ew ê qeyûm nas nekin. Gelê Mêrdînê da xuyakirin, ku ew ê li ber xwe bidin û got, "AKP hikûmeteke cûnta ye ku darbe li gelê Kurd kiriye."
SEDAT SÛR
MÊRDÎN / ANF
în, 18 sermawezê 2016, 09:50
Piştî ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Ahmet Turk û Febrûniye Akyol bi biryara Wezareta Karên Hundir ji wezîfeyê hatin girtin, polîsên Tirk dor li avahiya şaredariyê girtin. Dûre jî Waliyê Tirk ê li Mêrdînê Mûstafa Yaman weke qeyûm li şaredariyê hat bicihkirin.
Vê yekê rê li ber nerazîbûneke mezin a gelê Mêrdînê vekir. Ji şêniyên Mêrdînê Muslum Yurek, Çîgdem Uşenmez, Fahrettîn Dînç û Hamîde Çoltû gotin, qeyûm desteserkirina vîna wan e û bang li gelê Mêrdînê bi taybetî jin û ciwanan kirin ku li dijî qeyûm li ber xwe bidin.
'EM Ê DESTESERKIRINA VÎNA XWE QEBÛL NEKIN'
Muslum Yurek: Zext û îşkenceya li Kurdistanê derketiye asta herî bilind. Em, binçavkirin, girtin û tayînkirina qeyûman ên dewletê bi ti awayî qebûl nakin, em ê qebûl nekin. Weke gelê Mêrdînê, heta ku qeyûm şaredariya me dagir kiribe, neçin şaredariyê. Em ê nas nekin. Ahmet Turk û Febrûniye Akyol vîna me ne, bi dengên me hatine hilbijartin. Em vê êrîşa desteserkirina vîna xwe, qebûl nakin.
'JI BILÎ BERXWEDANÊ HER TIŞT BÊWATE YE'
Çîgdem Uşenmez: Weke jinên Mêrdînî em vê biryara ku bi ti awayî li hiqûq û pîvana însanî nayê, qebûl nakin. Şîrovekirina vê neheqiyê zehmet e. Li dijî vê êrîşa li dijî vîna me, ya divê were kirin, berxwedan e. Ji bilî berxwedanê her tişt bêwate ye. Bi mehan e dewletê û desthilatdariya aKP'ê mufetîş şand şaredariyên bi vîna me hate hilbijartin. Û van mufetîşan ti karekî ne li rê nedîtin. Desthilatdariya AKP'ê ku n ekarî bi rêya mufetîşan dest deyne ser şaredariyên vîna gel, niha bi zora qeyûm dagir kiriye. Weke jinên Mêrdînî, em qeyûm nas nakin û heta dawiyê em ê bi Hevşaredarên xwe Ahmet Turk û Febrûniye Akyol re bin.
'AKP REJÎMEKE CÛNTA YE'
Fahrettîn Dînç: Navê vê yekê darbeyeke sivîl e. Bila kes ji me re qala tiştekî din neke. Kî çi dibêje bila bêje, ev yek darbeyeke ku AKP'ê li dijî vîna gelê Kurd kiriye. Me 12'ê Îlonê dît, salên 90'î dît, Lê darbeyeke bi vî rengî, bêexlaqiyeke bi vî rengî, pêkanîneke bi vî rengî nedît. AKP polîtîkayeke bêrûmetkirinê li dijî Kurdan dimeşîne. AKP'ê li vî welatî dijminatiya li Kurdan mezin kiriye. AKP rejîmeke dîktat û cûnta ye. Ji bilî Ahmet Turk, em temsîleke din qebûl nakin. Bêguman em qeyûm û yên qeyûm şandine, nas nakin. Ahmet Turk ne bi daxwaza Bînalî Yildirim an jî Suleyman Soylû hat. Ew bi daxwaza gel hat. Hêza wan têrê nake ku Ahmet Turk bê bandor bikin. Divê gelê Mêrdînê jî qeyûm nas neke û xwedî li vîna xwe derkeve."
'PÊWÎSTE GELÊ MÊRDÎNÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE'
Hamîde Çoltû: Em vî qeyûmî lenetbûyî, naxwazin. Vîna me Hevşaredarên me ye ku bi dengên me hatine hilbijartin. Nûnerên bi vîna me hatine hilbijartin, mîna AKP'yiyan dizek, îşkencekar û kujer nînin. Em ê qeyûm nas nekin û bi ti awayî serî li ber netewînin. Weke jinên Mêrdînê divê em li dijî vê dagirkeriyê rabin ser piyan û şaredariyên xwe ji dagirkeriya qeyûm rizgar bikin.