Mele rabû YPG hedef girt, civat li dijî mele derket

Li Wanê, di dema nimêja Înê de meleyekî êrîşî YPG'ê kir. Civat jî li dijî mele derket.

Di dema nimêja Înê ya îro li Mizgefta Şaredariyê hat kirin de, mele rabû ji êrîşa li Enqereyê YPG berpirsyar dît. Li ser vê yekê di navbera mele û civatê de nîqaş derket. Ji ber ku ev nîqaş mezin bû, polîs ketin hundirê mizgeftê.

Piştî ku AKP'ê bi meleyan re civînek pêk anî, meleyekî di xutbeya vê hefteyê de YPG weke berpirsyarê êrîşa li Enqereyê dît. Li ser vê yekê civata hazir nerazîbûn nîşanî vî meleyî da û got, "Di dema komkujiyên li Pirsûs û Enqereyê de çima we li hemberî DAIŞ'ê tiştek negotin."

Li ser vê yekê mele bang li polîsan kir û polîsên Tirk dor li mizgeftê girtin. Aloziya li mizgeftê dewam dike.