Mele Elî: Li dijî zilma AKP'ê divê her kes dest bide hev
Endamê Konferansa Baweriya Naîf Ehmed Elî got, "Zilm ji kê tê bila bê, zalim ji kîjan ol û baweriyê dibe bila bibe, ew zalim, dijminê ol û kujer in."
Endamê Konferansa Baweriya Naîf Ehmed Elî got, "Zilm ji kê tê bila bê, zalim ji kîjan ol û baweriyê dibe bila bibe, ew zalim, dijminê ol û kujer in."
Endamê Konferansa Baweriya Naîf Ehmed Elî got, "Zilm ji kê tê bila bê, zalim ji kîjan ol û baweriyê dibe bila bibe, ew zalim, dijminê ol û kujer in."
Nîqaşên li ser encamên dîrokî yên konferansa bi şyara "Divê bawerî hev nas bikin" di 11'ê Nîsanê de li bajarê Amûdê bi beşdariya nûnerên ol û baweriyên Îslam, Mesîhî û Êzidî hat lidarxistin, dewam dikin. Delegeyê Konferansê û meleyê mizgefta Seyîd Abdula ya Dêrikê Naîf Ehmed Elî da xuyakirin, ku vê konferansê ji bo gelên li Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn encamên erênÎ derxistiye holê û got, "Can, xwîn û malê mirovên ji hemû ol û baweriyan, pîroz in."
Mele Elî ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, ku çi Îslam, çi Mesîhî, çi Êzidî çi jî baweriyeke din, kuştina mirovan rewa nabîne. Mele Elî got, "Ol ti carî zilmê, bi taybetî jî hilweşandin û komkujiyên li hemberî gelê mazlûm ê mîna gelê Kurd bi baweriya xwe ve dilsoz, meşrû nabîne. AKP a ku vê zilmê dike, ol ji xwe re weke maskeyê bi kar tîne. Lê di rastiyê de ww dijminê ol in û kujer in."
Mele Elî bal kişand ser komkujiyên bi tank, top û teqemeniyan li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin û destnîşan kir, ku qetilkirina jin, zarok, extiyar û mirovên bêguneh tiştekî bê qebûlkirin nîne.
Di dewama axaftina xwe de Mele Elî got, "Qebûlkirina vê yekê tê wateya înkarkirina hemû nirxên û baweriyan e. Ya ku dewleta Tirk niha dike, li Rojava, Sûriye û Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve di bin maskeya ol de hat kirin. Zilm û komkujiya tê kirin ne tenê li dijî gelê Kurd e, li hemberî tevahiya mirovahiyê tê kirin. Her kesî got bê DAIŞ çiqasî dijminê mirovahiyê ye. Ya ku niha AKP û dewleta Tirk dike, heman tişt e."
'ERDOGAN JI DAIŞ Û ESAD XERABTIR E'
Mele Elî da zanîn ku Serokkomarê Tirk Erdogan timî dibêje, Beşar Esad zilmê li gelê xwe dike û got, "Ya ku niha Erdogan û AKP dike, ne kêmî kiryarên Esad û çeteyên DAIŞ'ê ye. Erdogan bi tank û topan bi ser gelê Kurd de diçe û komkujiyan dike. Ev yek rûyê wî yê sextekar û armancên wî yên ji bo dîktatoriyê radixe pêş çavan.
Hem li hemberî gelê Kurd van komkujî û barbariyê dike, hem jî bi rêya meleyên xwe li mala Xwedê weazan dide û hewl dide komkujiyên li aliyê dewleta Tirk ve tên kirin meşrû bike û gelê Kurd jî weke terorîst nîşan bide. Yên bûne hevparê van komkujiyên dewleta Tirk, yên hewl didin wê rewa bikin û yên li cem gelê Kurd cih nagirin, parçeyek ji zaliman e. Ji ol û îmanê bêpar in.
Pêwîste li dijî vê zilma dewleta Tirk, alema Îslamê bi taybetî oldarên Kurd rabin ser piyan, li dij derkevin, dest bidin hev û bibin yek. Divê bêjin ku ola Îslamê ne ev e, mazlûman diparêze û li dijî zaliman derdikeve. Divê em ji bo vê têbikoşin."
'YÊN XWEDÎ BAWERÎ Û WIJDAN, DIVÊ LI DIJÎ ZILMA AKP'Ê DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Mele Elî bal kişand ser komkujiyên li tevahiya Kurdan tê kirin û diyar kir, divê hemû Kurdên li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê dijîn rabin ser piyan.
Elî got, "Divê li dijî van zaliman, li cem mazlûman cih bigirin. Weke oldarekî ez dixwazim bang li alema Îslamê û mirovên xwedî wijdan bikim; eger hûn îro li dijî pêkanînên li hemberî mirovahiyê û komkujiyên dewleta Tirk dernekevin, hûnê kengî li dij derkevin? Hûnê kengî guh bidin dengê wijdan û baweriya xwe? Ya ku mirovahî û baweriya we li ser we ferz dike; dijderketina li zalim û kujeran e. Cihgirtina li cem mazlûman e.
Eger hûn nikarin vê bikin, divê hûn ji baweriya xwe, ji mirovahiya xwe şerm bikin. Ji ber ku ev tê wê wateyê ku mirovahiya we qediya ye, wijdanê we kor bûye û hûn bûne hevparê vî sûcî. Çawa ku konferansa me ya li Rojava ya hevnaskirina baweriyyan hemû lîstikên hêzên kirêt ên mîna DAIŞ'ê xera kir, pêwîste oldarên li Bakur û tevahiya Kurdistanê jî dest bidin hev, armancên kirêt ên AKP û dewleta Tirk pûç bikin û li hemberî sîstema zulmê têbikoşin."