Girtiyê Kurd ê bi navê Cîhangir Badozadeh ê ku bi hinceta bi muxalefeta Kurdan a li Îranê re hevkariyê dike, hatiye girtin û cezayê heta hetayê lê hatiye birîn, bi zextan re rû bi rû. Badozadeh, di 6’ê gulanê de anîn Girtîgeha Urmiyeyê û li wir xistin beşa karantînayê, piştre jî avêtin qawişa girtiyên edlî.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Kampanyaya Mafê Mirovan a Navneteweyî ya Îranê ve hat dayîn, Badozadeh ji 21’ê gulanê ve girtiyê Kurd ê siyasî Badozadeh ê ku di girtîgeha Urmiyeyê de ye, avêtine nav girtiyên edlî yên ji ber bazirganiya madeyên hişber hatine girtin.
MalbataBodazadeh ragihand ku ew di dema serdanê de li rastî heqaretên pir giran tên.
JIYANEK TRAJEDÎK
Ji sala 2004 ve, Badozadeh di girtîgehê de tê ragirtin. Bi hinceta cinayetê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, lê piştre dadgeha jor ev biryar xera kiribû. Badozadeh bi hinceta hevkariya muxalefetên Kurd dike, cezayê heta heta yê girtîgehê lê hatiye birîn.
Kurek ê Badozadeh, ê bi navê Bijan Badozadeh di sala li ser xeta xînor a Mehabadê li nêzîkê herêma Qendîlê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû kuştin. Hate diyarkirin ku kurek ê wî gerîlayê PJAK’ê ye.
Piştî ku cezayê darvekirinê li Badozadeh, keça wê ya tenê dawî li jiyana xwe anîbû.