Meclîsa Zagonsaz a Kobanê civîna xwe li dar xist
Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê civîna xwe ya 37’emîn li dar xist û xebatên xwe nirxandin.
Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê civîna xwe ya 37’emîn li dar xist û xebatên xwe nirxandin.
Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê civîna xwe ya 37’emîn li dar xist û xebatên xwe nirxandin.
Civîn li avahiya meclîsê saet di 09.00’an destpê kir û endamên Dîwana Meclîsa Zagonsaz, hevserokên desteyan û nûnerên komîteyên xebatê yên navenda bajêr û xetên gundan (rojava, rojhilat, başûr û başûr rojhilat) tevlî bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê her nûnerekî rapora xwe ya heftane xwend, pirsgirêkên ku di nava hefteyekê derketibûn vegotin.
Piştî xwendina raporan rewşa giştî ya Kantona Kobanê û xebatên rêveberiyê hatin nîqaşkirin, her wiha kar û xebatên komîteyên şopandinê yên Meclîsa Zagonsaz hatin nirxandin.