Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê wê civînên xwe li avahiya DBP'ê lidar bixe

Koma Meclîsa DBP'yî ya Şaredariya Yenîşehîrê, ku bi rêya qeyûm şaredarî hatiye desteserkirin, biryar da ku civînên xwe ji niha û pê ve li avahiya partiyê lidar bixe.

Endamên meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê yên DBP'yî, têkildarî xebatên xwe yên ji niha û pê ve, li avahiya DBP'ê ya navçeyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Endamên Meclîsa Şaredariyê û Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytar tevlî civînê bûn.

Ulku Baytar li civînê axivî û diyar kir, tayînkirina qeyûm li şaredariyê, êrîşa li dijî vîna gel e. Baytar got, "Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de, hemû qanûn tên binpêkirin. Nepêkan e ku em qeyûmê li şaredariyê hatiye bicihkirin, qebûl bikin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, koma meclîsê ya DBP'yî wê civînên xwe ji niha û pê ve li avahiya DBP'ê ya navçeyê lidar bixe.

Piştî daxuyaniyê, endamên meclîsê civîna xwe ya destpêkê pêk anîn.