Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Me dor li bajêr girtine
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir, wan hemû gundên li aliyê rojhilat ê Minbicê rizgar kirine û dor li bajêr girtine. Meclîsê ragihand, ji bo ewlekariya sivîlên li navenda bajêr ew bi giranî û bi hesas tevdigerin.
ANF
MINBIC
pêncşem, 9 pûşperê 2016, 09:58
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir, wan hemû gundên li aliyê rojhilat ê Minbicê rizgar kriine û dor li bajêr girtine. Meclîsê ragihand, ji bo ewlekariya sivîlên li navenda bajêr ew bi giranî û bi hesas tevdigerin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, encamên hefteyekê yên "Operasyona Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla" bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir.
Daxuyanî ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced ve hat xwendin. Ebû Emced diyar kir, operasyon bi rengekî serketî dewam dike.
RÊYÊN BAJÊR HATIN BIRÎN
Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî a Minbicê bi vî rengî ye:
"Di hefteya destpêkê ya operasyona me de bi dehan gund û bajarokên bajêr hatin rizgarkirin. Hêzên me ji aliyên başûr û bakurrojhilat ve dor li bajêr girtine. Hemû rêyên lojîstîk û teqwiyeya hêzên çeteyan hatine birîn. Hêzên me her wiha rêyên Minbic-Cerablûs û Minbic-Reqqayê jî kontrol kirine. Hemû gundên li aliyê rojhilat ê bajêr hatine rizgarkirin.
Hêzên me xwe nêzî navenda bajarê Minbicê kirine, ku dikarin çeteyên li navenda bajêr hedef bigirin. Ji vî awayî ve mirov dikarin ku êdî bajar azad bûye. Lê belê ji bo ewlekariya jiyana sivîlan em bi gavên giran û bi hesas tevdigerin.
Hêzên me alîkariya însanî jî gihandine gundên ji aliyê çeteyan ve hatine dorpêçkirin. Hêzên me sivîlên ji aliyê çeteyan ve hatin dorpêçkirin rizgar kirin û li herêmên ewle bi cih kirin. Komîte û meclîsa ji bo rewşên awarte hatiye avakirin, alîkariya xwarin û dermanan didin sivîlan. Hêzên me heta niha bi dehan gund ji mayîn û teqemeniyan paqij kirine û ji bo vegera welatiyan şert û mercên ewle afirandine.
'DIVÊ GEL XWE JI CIHÊN ÇETEYAN VEGIRIN'
Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê em dibêjin; em ê Minbicê û derdora wê ji çeteyan paqij bikin û ewlekariya gelê me yê li van herêman ewle bikin. Operasyona me wê heta biserxistina vê armancê bidome.
Ji ber desteka lojîstîk û manewî ya hêzên me yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), her wiha şêwirmendî û desteka hewayî ya hêzên koalîsyona navneteweyî, em malavayiya wan dikin.
Divê gelê me yê li Minbicê xwe ji cih cih û baregehên çeteyan vegirin, bi vî rengî alîkariyê bidin hêzên me û heta bajar bi temamî ji çeteyan were paqijkirin, bi berpirsyarî tevbigere."