Meclîsa Jinên BDP'î daxuyaniya Serokwezîr Erdogan ya wekî; "Her kurtajek Qilabane" nerazîbûneke tund nîşan da û got; "Ev gotin nîşaneya fermana kuştina 34 ewladên kurdane. Em wekî jinên kurd dibêjin wekî duh iro jî em dê têkoşîna beden, nasname, çand û zimanê xwe ya li hemberî feraseta desthildatdar geştir bikin."
Meclîsa Jinên BDP'î li ber navenda çand û hûnera ciwanan ya Cegerxwînê li hemberî gotina Serokwezîr Erdogan ya wekî; "Her kurtajek Qilabane" daxuyanî da çapemeniyê. Berdevka Meclîsa Jinan Kîbriye Evren daxuyanî da û got; "Serokwezîr Erdogan di çarçoveya stratejiya faşîzma pêş de tişteke din li îcatên xwe yên 9 salan zêde kir." Evren diyar kir ku Serokwezîr careke din rûyê xwe yê rasteqîn aşkera nîşan daye û anî ziman ku hefteya borî tenake roja wan bûye bedena jinê. Evren wiha axivî: "Ji roja ku hikûmeta AKP'ê hatiye ser kar heta niha hewl dide ku dorhêlên mûxalîf biçewisîne. Ev yek jî encama feraseta faşîste."
'SEROKWEZÎR DESTÊN XWE JI BEDENA JINÊ VEKIŞÎNE'
Evren anî ziman ku, ew wekî jinên kurd bang li ser Serokwezîr Erdogan dikin û wiha axivî: "Li şûna ku hûn zarokên li girtîgeha Pozantiyê serbest berdin û berpirsan bidarizînin we ew sirgûn kirin û ji dayîkên wan dûr xistin. Karmendên we li girtîgeha Şakranê jin tazî kirin û ji îşkenceya lêgerînê re derbas kirin. Ev jî têrê nekir bi sedan nûnerên me we xistin girtîgehan. We bedenên 15 Jinên berxwedêr parçe parçe kir û ew kuştin. Hûn pesnê xwe didin û dibêjin me peymana mafên zarokan ya neteweyên yekbûyî îmze kiriye lê ji bo hûn perwerdehiya bi zimanê zikmakî asteng bikin we xwe ji 3 madeyên pêşîn ya peymanê paşve kişand. Ji hêlekê ve we dem li ser doza N.Ç.'yê re derbas kir û ji hêla din ve jî hûn behsa mafên zarokan dikin. Serokwezîrê welatê ku zarokan qetil dikin çawa dikare behsa mafên zarokan bike." Evren destnîşan kir ku mûdaxaleya zanistî şert û mercên tenduristiyê jî ji ber çavan re derbas dike û xwest Serokwezîr Erdogan destên xwe ji bedena jinê vekişîne