Şandeya PYD û Encûmea Gel a Rojavayê Kurdistanê ku ji Hevserokên Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed û Sînem Mihemed, endamê Meclîsê Mihemed Reşo, ji endamên PYD’ê Cîhan Mihemed û Husên û Nûnerê PYD’ê yê Herêma Federal a Kurdistanê Husên Koçer pêk tê hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne.
Şandeya PYD û Encûmea Gel a Rojavayê Kurdistanê ku ji Hevserokên Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed û Sînem Mihemed, endamê Meclîsê Mihemed Reşo, ji endamên PYD’ê Cîhan Mihemed û Husên û Nûnerê PYD’ê yê Herêma Federal a Kurdistanê Husên Koçer pêk tê, duh li Hewlêrê bi Encumena Niştamaniye Kurdên Sûriyê hevdîtinek pêk anî.
Hate zanîn ku di hevdîtinê de di navbera her du meclîsan û xurtkirina peywendiyên gotûbêj hatin kirin. Ji bo yekdengî di navbera herdû meclîsan çêbibe peymanek hate amadekirin. Peymana berî niha li Rojavaya Kurdistan hati bû îmzakirin, bigihînîn astekî bilindtir.