Meclîsa Ekolojiyê ya Dêrsimê bi armanca piştgiriya bi malbata Ardûç re ji Kolana Sanat heta Qada Seyîd Riza meşek li dar xist. Meclîsa Ekolojiyê ya Dêrsimê diyar kir ku heta sibe êvarî eger gavek berbiçav neyê avêtin wê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Meşa li Kolana Sanat destpê kir, li Qada Seyîd Riza bi dawî bû. Di meşê de dirûşmên, “Wê Mûnzûr azad biherike”, “Malbata Arduç ne bi tenê ye” hatin gotin. Meral Ûç a li navê Meclîsa Ekolojiyê ya Dêrsimê daxuyanî da got ku wek Meclîsa Ekolojiyê ya Dêrsimê ji destpêkê ve li cem malbata Ardûç in û wiha dewam kir: “Heta sibe êvarî gaveke berbiçav neyê avêtin wek Meclîsa Ekolojiyê ya Dêrsimê bi armanca piştgiriya bi malbata Ardûç re em ê dest bi greva birçîbûnê bikin.”
Meşa di pêşengiya Meclîsa Ekolojiyê ya Dêrsimê de li Qada Seyîd Riza bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.