Me dagirkeriya DAIŞ'ê rakir û bajarê xwe rizgar kir

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dan xuyakirin, ku wan dagirkeriya 3 salan a DAIŞ'ê ya li Minbicê rakirine û bajarê xwe rizgar kirine.

Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya di 1'ê Hezîranê de ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat destpêkirin, di roja 73'an de bi azadiya bajêr qediya.

Şervanên Minbicî ji ANF'ê re axivîn û gotin, ji roja destpêkê ve ew bi moraleke mezin tevlî pêngavê bûne.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî da xuyakirin, ku di dema pêngava rizgarkirina Minbicê de çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî wan dikirin, gelek mayîn li ber wan çandin û sûîqest li wan kirin. Şervanan diyar kirin, tevî van hemûyan jî wan êrîşên çeteyên DAIŞ'ê pûç kirin û dagirkeriya DAIŞ'ê ya li bajêr rakirin.

Ebû Elî da zanîn, ku piştî çeteyên DAIŞ'ê bajar dagir kirin ew ji bajêr derketin û heta roja îro, ji bo rakirina dagirkeriya DAIŞ'ê ya li ser bajêr, wan şer kirin. Ebû Elî ragihand, çeteyên DAIŞ'ê navê Îslamê li hovîtiya xwe ya li herêmê dikin û bi zorê jinan bi endamên xwe didin zewicandin.

Navborê diyar kir, bi têkoşîna xwe ya di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re ew hesabê êşên gelê Minbicê kişandine dipirsin.

Ebû Elî diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê 7 kes ji malbata wî bi hovane qetil kirine û destnîşan kir, ku ew gelekî kêfxweş e ji ber ku mizgîniya azadî û rizgariyê daye gelê Minbicê. Ebû Elî bang li ciwanên Ereb kir, ku di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de cih bigirin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad têbikoşin.

Şervanekî din ê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Feysel Yaser jî kêfxweşiya xwe ya ji ber rizgariya Minbicê bilêv kir û bal kişand ser rola şehîdan a di rizgarkirina bajêr de.

Feysel Yaser da xuyakirin, ku li Minbicê dîrok bi xwînê hatiye nivîsandin û divê yên dîrok bi xwîna xwe nivîsandine neyên ji bîr kirin. Feysel Yaser diyar kir, kêm jî be wan bersiv dane daxwazên edalet, azadî û wekheviyê yên gelê Minbicê.

Di dawiya axaftina xwe de Feysel Yaser bang li hemû Minbiciyan kir ku Minbiceke azad û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin.