Mazlûm Dolan ji Sûrê geriya: Ji ber hawanê gelek kes birîndar bûn, divê derhal ambûlans bê

Nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan ê 80 roj in li navçeya Amed Sûrê nûçeyan dişopîne û niha tevî malbatan li malekê asê maye, bi telefonê li ajansê û Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel geriya.

Nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan ê li maleke li Sûrê tevî malbatan asê maye, bi telefonê li navenda ajansê û Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel geriya. Dolan diyar kir, ji ber topa hawanê kesek bi navê Fatma Ateş bi giranî birîndar bûye û got, "Bi awayekî lezgîn pêwîstî bi ambûlansê heye. Jinên birîndar hene li vê derê."

Nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan ê 80 roj in li navçeya Amed Sûrê nûçeyan dişopîne û niha tevî malbatan li malekê asê maye, bi telefonê li ajansê û Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel geriya.

Dolan anî ziman, ku ji ber parçeyên topa hawanê lê ket jina bi navê Fatma Ateş (65-70) bi giranî birîndar bûye. Dolan diyar kir, Ateş ji ling û milê xwe birîndar bûye û dema agahî radigihand, telefona wî qut bû.

Dolan rewşa li Sûrê bi Cîgira Serokê HDP'ê Çaglar Demîrel re jî parve kir û got, "Bi lezgînî pêwîstî bi ambûlansê heye. Jinên birîndar hene li vê derê. Di nava van jinan de xaltîka min jî heye." Piştî vê axaftina kurt a Dolan, telefon qut bû. Demîral anî ziman ku di nava çend deqeyên axaftina bi telefonê re jî dengê bomberdûmanê bênavber dihat bihîstin.