MAZLUM-DER, rapora êrîşên li dijî xwendekaran aşkere kir

MAZLUM-DER, rapora êrîşên li dijî xwendekaran aşkere kir

Şaxa MAZLUM-DER'ê ya Amedê rapora derbarê êrîşên li dijî xwendekarên Zanîngeha Firatê aşkere kir. Di raporê de hate xwestin ku ser bûyeran neyê veşartin û lêpirsînek çalak bê destpêkirin.

Şaxa MAZLUM-DER'ê ya Amedê li ser êrîş û zextên li ser xwendekarên Zanîngeha Firatê ya Xerpêtê raporek amade kir. MAZLUMDER'ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Rêveberên MAZLUM-DER'ê Sedat Dogan, anî ziman ku zextên li ser xwendekarên kurd zêde bûne û wiha got: "Me li gel MAZLUMDER'a Meletiyê li ser pêkanîn û zextên li ser xwendekarên Kurd yên Zanîngeha Firatê lêkolîn kir. Dogan, da zanîn ku wan bi Waliyê Elazig Midûrê Polîsan Rektorê Zanîngeha Firatê, xwendekarên kurd û ÎHD'ê re hevdîtn pêk anîne û rapor amade kirine.

Dogan, bilêv kir ku Waliyê Xerpêtê û Midûrê Polîsan ê Xerpêtê bûyer ji rêzê dîtine û li ser mijarê lêpirsîn nedane destpêkirin.

Dogan, anî ziman ku her çend rayedarên dewletê wekî bûyerek ji rêzê nêzîk bibin jî xwendekarên kud diyar dikin ku ev êrîş bi plankirî û rêxistinî pêk tên.

Sekreterê Şaxa MAZLUM-DER'a Amedê Nurettin Bozkurt, jî anî ziman ku ulkucu ji ber pişta xwe didin dewletê bi her alî êrîşan pêk tînin û derbarê wan de lêpirsîn nayê vekirin. Bozkurt, bilêv kir ku ji ber êrîşên ulkucuyan ên bi piştgiriya dewlet û polîsan pêk tên xwendekarên kurd di nava tirsekê dene û ji tirsan newêrin serî li saziyên fermî ên dewletê jî bidin.

Bozkurt, bilêv kir ku rayedarên dewletê di dema bûyeran de mudaxaleyî mijarê nakin û piştî dem di ser de derbas dibe delîl û daneyan winda dikin. Bozkurt, xwest derbarê hemû bûyer û êrîşan de lêpirsîn bên vekirin û dozger derbarê hemû êrîşan de lêpirsînek berfireh bidin destpêkirin.