Mazlûm Abdî bi Bafil Talabanî re axivî
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi rêya telefonê li gel Serokê YNK’ê axivî. Ebdî spasiya Bafil Talebanî kir ku piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojava û hêzên wan nîşan daye.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi rêya telefonê li gel Serokê YNK’ê axivî. Ebdî spasiya Bafil Talebanî kir ku piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojava û hêzên wan nîşan daye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek da.
Mezlûm Ebdî kêfxweşiya xwe ya bi telefona Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ku piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava û hêzên QSD’ê anî ziman, destnîşan kir.
Ebdî got: “Em bi xwepêşandanên li Silêmaniyê ku gelê me dikin serbilindin ku piştgiriya xwe ya bê navber ji bo me diyar dikin.”