BI DÎMEN

Mayînên çeteyan li dora Minbicê çandine tên rakirin

Operasyona Fermandar Feysel Ebû Leyla ya ji bo paqijkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê hat destpêkirin, dewam dike. Herêmên ji çeteyan hatine paqijkirin, niha jî ji mayînan tên paqijkirin.

Operasyona Fermandar Feysel Ebû Leyla ya ji bo paqijkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê hat destpêkirin, dewam dike. Herêmên ji çeteyan hatine paqijkirin, niha jî ji mayînan tên paqijkirin.

Di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê, herî dawî girekî stratejîk ê li başûrê bajêr, ku bi qasî 5-6 km dûrî bajêr re, bi dest xistibûn. Ev girê bi qasî 4-5 km'yan darê çamê lê ye, beriya çeteyên DAIŞ'ê dagir bikin, ji aliyê koçeran dihat bikaranîn. Şervanên ku gir rizgar kirin, dest bi rakirina mayînên çeteyan kirin.

Siyabend Şêxler ê karê rakirina mayînan dike diyar kir, ew ji aliyê başûr ê Minbicê derbas bûne û di dorpêçkirina bajêr de gaveke girîng avêtine.

Şêxler got, "Hêzên me nû ev nuqte kontrol kirin. Ji ber girekî bilind e, di parastina bajêr de xwedî girîngiyeke mezin e. Lewma çeteyan gelek mayîn li vir bicih kirine." Şêxler anî ziman ku di dema rizgarkirina gir de wan pê li mayînan nekirine û ragihand, niha jî ew gir ji mayînan paqij dikin.

Şêxler da zanîn, dema çete ji operasyonê direvin gelek mayînan li dû xwe dihêlin û got, "Di nava mayînan de teqemeniyên xurtkirî hene. Em van bi kontrol didin teqandin û îmha dikin."

Şêxler destnîşan kir, ku pêkane hin ji van mayînan dewleta Tirk dane çeteyên DAIŞ'ê.

...